Komeleya Lêkolînên Kurdî, Dibistana Egîdê Cimo-Ma Music û Navenda Çanda Mezopotamyayê, bi daxwaza zimanê kurdî bi awayekî fermî bê naskirin û li dibistanan bê hînkirin îro saet di 17.00an de çalakiyek li dar xistin.
Dayîkên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) Çiçek Otlu, Omer Ocalan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Bi sedan kes li navçeya Stenbolê ya Aksarayê de ji bo çalakiyê hatin ba hev. Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi kilamên kurdî govend girtin û sloganên, “bê ziman jiyan nabe” û “ziman hebûna me ye” berz kirin.
Piştî govendê girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên “zimanê azad, aşitiya birûmet”, “ziman welat e, li welatên xwe xwedî derkevin” hatin bilind kirin.
Meşê li navenda Aksarayê dest pêk kir û li Parka Saraçhaneyê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Her weha daxuyanî bi herdu şêwezarên kurdî kurmancî û zazakî/kirmanckî hate dayîn.
Meşa DEM Partiyê a ji bo zimanê kurdi li Yenîkapiya Stenbolê dest pê kir.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 7, 2025
📽️: @frtysr_ pic.twitter.com/CeBVFvZUgt
Omer Ocalan: Divê li dibistanan perwerdeya bi kurdî bê dayîn
Di meşê de Parlamanterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan di axaftina xwe de rexne li Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuşî girt û got:
“Numan Kurtulmuş li Meclîsê şaşitî kiriye. Dengê dayikê me, zimanê dayikê me wek şîrê dayikê me ji milletê me re helal e. Divê ev komîsyon hin fireh be. Divê em komîsyon, li hemberî zimanê kurdî bêhna wî fireh be. Em bi deh salane, ji bo zimanê xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo nasnameya xwe tekoşînek didomînin. Pêvajoya çareserî tê meşandin. Divê li ser erdnîgariya Kurdistanê, li ser erdnîgariya Tirkiyeyê, zimanê kurdî bi şiklekî fermî bê qebûlkirin û li hemû dibistanên li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê perwerdeya kurdî bê dayîn. "
👉Di meşa DEM Partiyê a ji bo zimanê kurdî de Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan diaxive
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 7, 2025
📹@frtysr_ pic.twitter.com/We6qdO3AaJ
Di meşê de Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê daxuyanî bi şêwezarê Kirmanckî/Zazakî, Heno Ronak jî bi kurmancî da.
“Astengkirina kurdî, nasnekirina nasnameya kurdan e”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e. Lewre astengkirina vî mafî rasterast nasnekirina nasnameya kurdan e. Di vê pêvajoya girîng de jî em dibînin ku astengiya herî mezin a li pêş aştiyê nasnekirina zimanê dayikê ye, misogernekirina nasnameya kurdan e. Me ev hişmendî li rûniştina komîsyonê di bêdengkirina dayîkên aştiyê de jî dît. Eger ev zihniyet neşikê, xwişk û biratiyeke li ser esasê wekhevî û dadmendiyê pêk nayê; em nikarin qala aştiyeke mayînde bikin. Ji bo aştiyê, divê serê pêşîn zimanê gelê kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin."
"Divê astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin"
"8ê îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin û statuya kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîn e. Nûman Kûrtûlmûş di axaftineke xwe de gotibû “tu daxwaz nehatine ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê”. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Nabe ku qedexekirin û asîmîlasyona sed salan ji îro bi şûn de bi heman awayî berdewam bike. Ji bo aştiyê, serê pêşîn lazim e ku maf û hiqûqa gelê kurd bên naskirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn."
"Perwerdeya bi kurdî mafê me ye, ne mijara nîqaşê ye"
"Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo îro ye, di esasê xwe de ji bo siberoja me ye. Em bi bîr dixin ku nasnekirina statuya kurdî û astengkirina perwerdeya bi kurdî astengiyên herî mezin in li pêşiya aştiyeke mayînde. Em dubare dibêjin ku em bi tu awayî siyaseta asîmîlekirin û helandinê qebûl nakin û doza mafên xwe yên kolektîf ên nasnameyî dikin. Heta ku ev bi cih neyên, em ê dest ji têkoşîna ji bo ziman û nasnameya xwe bernedin. Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman. Perwerdeya bi kurdî mafê me ye, ne mijara nîqaşê ye. Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Qedexekirina perwerdeya bi kurdî astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê.”
👉Meşa DEM Partiyê a ji bo kurdî di bin dorpêça polîsan de didome.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 7, 2025
🔴Polîs bê navber midaxeleyî diruşmeyên girseyê dikin
📽️: @frtysr_ pic.twitter.com/p25olEWCJk
(FY/AY)




