Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cemîyeta Rojnamegeran a Tirkîyeyê (TGC), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyeyê (TGS), Sendîkaya DİSK Basın-İş ji bo roja çapemeniyê daxuyanî dane. Saziyan bang kiriye û gotiye: Em Tirkiyeke wisa dixwazin ku rojnameger ji ber fikr û ramanên xwe, ji ber nûçeyên xwe hedef neyên nîşandan, ji kar neyên avêtin, neyên desteserkirin.”
TGC: Zordestiya li ser rojnamegeran didome
Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê jî di daxuyaniya xwe de gotiye, Di sala 1908ê de sansur li ser çapemeniyê hatiye rakirin û ji ber wê ye ku 24ê Tîrmehê weke Roja Têkoşînê ya Ji Bo Azadiya Çapemeniyê tê qebûlkirin. Bi hatina vê rojê re saziyên çapemeniyê daxuyanî dane. Saziyan diyar kiriye ku rojnameger ji kar tên avêtin, di bin zexta oto-sansûrê, doz û desteserkirinê de dimînin. Ji ber wê ye ku ew vê rojê pîroz nakin.
TGS: Kengî rojnameger xwedî li mafê xwe derketin dê ew roj bibe cejn
Sendîkaya Rojnamegeran Tirkîyeyê (TGS) bi bîr xistiye ku 134 rojnemeger niha di girtîgehê da ne. TGSê got: “Tirkiye di rêza Çapemeniyê Azad a Cîhanê de di rêza 157em de ye û zêdetirî 10 hezar rojnameger bêkar in. Bi sedan qertên çapemeniyê hatine betal kirin, ji sedî 95ê medyayê di bin kontrola desthilatiyê da ye, rojnemegerên rojnamegeriya înternetê dikin ne xwedî mafên civakî ne, rojnameyên heremî di bin gefa îlanên fermî da ne, piraniyên xebatkarên medyayê bê sendîka û bê peyman in.”
DÎSK Basin-Îş: Em ê bi hev re bi ser bikevin
Sendîkaya DÎSK Basın-Îşê jî ji bo heman armancê daxuyaniyek daye û wiha gotiye: “Li Tirkîyeyê çapemenî û azadiya derbirinê di bin linga da ye. Bi dehan hempîşeyên me hîna jî girtî ne. Tê xwestin ku bê şert û merc em serî bitewinin. Digel van hemû zextan jî berxwedana bi rûmet a rojnamegeran ji niha ve ketiye nava pelên dîrokê.
Ji bo azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê, ji bo demokrasiyê wê têkoşîna me bidome. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
(HA/DB/DD/FD)
*Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandiye