Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ragihandiye ku di xwepêşandanên ku piştî mirina Mahsa Emînî destpê kiribûn de hejmara kesên ku di encama êrîşên hêzên ewlekariyê de mirine derketiye 253an.
Rapora ku li ser malpera ÎHR ya Norwêcê hatiye weşandin, di xwepêşandanên 50 rojan de mirinên li 21 eyaletên Îranê pêk hatiye belav kiriye.
Hatiye diyarkirin ku kuştin herî zêde li herêmên berxwedanê yên Sûnî û Kurdan pêk hatine:
93 kes li bajarê Sîstan-Belûçîstanê, 30 li Mazenderanê û 23 jî li Kurdistanê mirine. Her wiha li paytext Tehranê 25, li Gîlanê 19, li Azerbaycana Rojava 18, li Kirmaşanê 13, li Elborzê 7, li Xorasana Rezewî 4, li Îsfehanê 3, li navenda, Qezwîn, Kohgiluye-Buyer Ehmed 3. 2 xwenîşander her yek li Zencan û Azerbaycana Rojhilat, Erdebîl û Îlamê û li Buşehr, Xuzistan, Hemedan û Simnanê jî yek xwepêşander hatine kuştin.
Ji kesên ku mirine jê 34 temenê wan di bin 18an de ne û jê 19 ne jî jin bûne.
Xwepêşandan li zanîngehan didome
Li zanîngehên Teknolojiya Şehrûd, Zehra, Zanistên Bijîşkî yên Tebrîzê, Zanist û Teknolojiya Tehranê, Şehîd Beheştî, Azad Îslamî, Melayer, Erak, Ehwazê Şehîd Çemran, Şîraz, Zanistên Bijîşkî yên Buşehr, Îslam Şehr Îslam Azad, Kurdistan, Azerbaycan Şehîd Medanî, Senendec Azad , Xwendekarên zanîngehên Gîlan, Nasireddîn Tûsî û Teknolojiya Nuşîrevanê xwendekaran nerazîbûn nîşan dane û xwestine hevalên wan yên girtî serbest bên berdan.(AEK/AY)