Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li gor^`her bajarî hejmara parlamenterên wê bên hilbijartin, diyar kiriye. Biryara 124an a YSKyê di Rojnameya Fermî de weşiyaye.
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku YSKyê daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) ên 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê bikar aniye û li gorî her bajarî hejmara parlamenterên wê bên hilbijartin, diyar kiriye.
Li gorî biryarê 600 parlamenter li 81 bajaran hatiye dabeşkirin. Ji ber ku wê li Enqereyê 36 parlamenter û li Stenbolê 98 parlamenter bên hilbijartin, ev herdu bajar dabeşî sê herêmên hilbijartinê bûne; li Bûrsayê wê 20 û li Îzmîrê jî wê 28 parlamenter bên hilbijartin, ev herdu bajar jî dabeşî du herêmên hilbijartinê bûne.
Bajar bi bajar hejmara parlamenterên wê bên hilbijartin wiha ye:
(TP/FD)