Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryara xwe ya derbarê avakirina rêkeftinên hilbijartinê de aşkere kiriye. YSKyê ev biryar ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Serdema 28an a Parlamenteran wergirtiye û îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Hilbijartin wê de 14ê Gulanê de pêk bê.
Li gorî vê birayrê, partiyên YSKyê diyar kiriye ku dikarin bikevin hilbijartinê wê bikaribin bi hev re rêkeftinan çêbikin.
Partiyên ku bi hev re protokola rêkeftinê îmze kirine dikarin heta 24ê Adarê roja Înê saet 17.00ê serî li YSKyê bidin. Divê serokên giştî yê partiyan protokola ku hatiye diyarkirin îmze bikin.
Piştî vê rojê û vê saetê, wê nikaribin partiyeke din a siyasî bikeve nava rêkeftinan.
Partiyên ku rêkeftin çêkirine, ji bo lîsteyên namzetan radest bikin heta 7ê Nîsanê roja Înê saet 17.00ê bi heman şêweyî wê bikaribin di naveroka protokola rêkeftinê de guhertinan bikin an jî di nava heman deme de wê bikaribin ji YSKyê re ragihînin ku wan dest ji rêkeftinê berdaye.
YSK divê heman rojê heta saet 18.00ê ji partiyên siyasî yên din ên rêkeftinê re ragihîne ku wê partiya siyasî dest ji rêkeftinê berdaye.
Di rewşeke wisa de, partiyên di nava rêkeftinê de mane, dikarin rêkeftina xwe dewam bikin. Her weha piştî partiyek ji rêkeftinê veqetiya, heman partiyên di nava rêkeftinê de dikarin heta rojeke piştî wê saet 17.00ê protokola xwe biguherînin an jî dest ji rêkeftinê berdin.
Partiyên biryar dane rêkeftinekê çêbikin, dikarin wê nîşaneya rêkeftinê bikar bînin ku di protokola rêkeftinê de hatiye diyarkirin. Ev nişane wê di pûsûleya raydayinê de bê bikaranîn.
Nîşaneyên ku Qanûna Partiyên Siyasî destûrê nade, her weha wê ji bo rêkeftinan jî qedexe bin. (AS/FD)