Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluçî li navenda giştî ya partiyê derbarê rojevê civîneke de çapemeniyê pêk aniye.
Oluçî ji bo tezkereya Lîbyayê ya bi dengên AKP û MHPyê hatine qebûlkirin wiha gotiye: “Gaveke ji bo şer e. Li hundir û derve, temamiya mûxalefetê helwest nîşan da. Hemû partiyên mûxalefetê yên li meclisê dengê ‘na’ bi kar anîne. Mûxalefeta civakî ya li derveyî meclisê jî bi biryar e û helwesta rêxistinên civakî ‘na’ ye. Ev tablo jî nîşan dide ku tezkereya Lîbyayê tezkereyeke din a şer a desthilatdariya AKP-MHPyê ye.”
“Tirkiye bi leşkerên bi pere û çeteyan şer dike”
Saruhan Oluçî wiha dewam kiriye: “Gelo artêşên ku di berdêla pereyan de wê şer dikin, lejyoner an jî çete bin? Tirkiye êdî ji aliyê feraseteke wiha ya desthilatdariyê ve tê birêvebirin ku xwediyê leşkerên bi pereyan şer dikin û çeteyan e. Beriya niha ji Lîbyayê çete ber bi Sûriyeyê ve dihatin şandin, niha berevajî wê tê kirin. Em dizanin ku ev yek dê di nava polîtîkaya hundir de rê li ber pirsgirêkên cidî veke. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Ev yek gaveke gelekî bi rîsk e.”
“DYAyê li dijî Îranê şer ragihandiye”
Têkildarî kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Hêzên Qudsê jî Oluçî wiha gotiye: “Dê encamên vê yekê giran bin. Herêm dikele. Ev desthilatdarî di vê lîstikê de piyon e. Pêşniyara me çi ye? Bila dîplomasî û muzakere bên xurtkirin, li şûna leşkerî Tirkiye ji bo gavên çareseriya siyasî bêhtir bi însiyatîfê rabe. DYA bi vê gavê re li dijî Îranê şer ragihandiye û ev yek gaveke gelekî metirsîdar e.”
Herî dawî jî Oluç ev tişt destnîşan kir: “Gavên aboriyê yên desthilatdariyê ne ew gav in ku jiyanê hêsan bike û enflasyonê û bêkariyê kêm bike. Desthilatdarî ji bo ev rewş neyê nîqaşkirin tezkereya Lîbyayê û nîqaşên der barê rojhilatê Derya Spî xiste rojevê.” (FD)
Çavkanî: e-rojname.com