Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Malbatên Dogan û Atali, ku piştî girtina Sarmaşikê êdî nikarin alîkariyan hildin, behsa halê xwe yên niha kirin. Sarmaşik bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ya bi hajmara 677an ve hat girtin. Gelo di vê mijarê de ti pilansaziya Şaredariya Bajarê Mezin heye an na? Me derbarê vê yekê de xwest em bigihêjin qayûm Cumali Atilla. Lêbelê wî ti bersiv neda.
Malbata Dogan ku ji 10 kesan pêk tê behsa xwe dikin
Malbata Gulîzer û Hanefî Dogan li Yenişehira Amedê li taxa 450 evlerê dijîn. Ew tax piştî erhêja Liceyê ku di sala 1975an de pêk hatibû, ji bo kesên mexdûr weke TOKIyê hatibû înşakirin.
Di sala 1988an de Kurdên ku ji ber qetlîama Baasê revîbûne Amedê li heman cihê bi cih bûbûn. Piştî ew çûn, vê carê jî kesên ku di salên 1990î de gundên wan hatibûn valakirin, li wir bi cih bûn.
Ew malan dema nû hatibûn çêkirin, gelek xweş û bikêrhatî bû. Lêbelê niha, gelek kevin bûne, rewşa wir nebaş e. Derî û dîwarên nav malan êdî riziyan e. Ew malana piştî erdhêjê, dane welatiyên Liceyî. Kesên niha li wir dijîn jî, zar û neviyên wan kesan e.
10 salan ji Sarmaşikê alîkarî girtî ne
Çar keç û sê kurên malbata Dogan hene. Mala ku tê de ne jî yê bavê Hanîfî Dogan e. Piştî bavê wî wefat kiriye mal jê re maye. Diya wî jî ligel wî dijî.
Malbata 10 kesî cara yekem di sala 2006an de ji Bankeya Xurekan ê Sarmaşikê alîkarî girtîne. Du keçen malê li Zanîngeha Çewlikê dixwînin û komele bûrsa perwerdehiyê jî dide yek ji wan keçan. Yek di beşa edebiyatê de pola yekem de ye, ya din jî di beşa endezyariyê de pola yekem de ye. Piştî komele hatiye girtin, bûrsa perwerdehiyê jî qut bûye.
Hanefî Dogan 11 sal in, ji kurçikên xwe nexweş e. Bo vê yekê nikare bixebite. Di hefteyê de 3 roj diçe diyalîzê. Têkiliyên wan bi Sarmaşikê re 11 sal ewil destpê kiribû û wiha behsa wê demê dikin: “Dema ez nû nexweş ketibûm, xebatkarên komeleyê hatin mala me, behsa komeleyê kirin û gotin bo hevgirtinê wê her meh alîkarî bidin me. Zarokên min jî çûn navê me lê qeyd kirin.”
“Em ne birçî ne, ne jî têr”
Gulîzer Dogan ji ber ku hevserê wê nexweş e, her meh ew çûye bankeya xurekan:
“Ji bo her kesî rojek hatibû diyarkirin. Her kes, di roja diyarkirî de diçû eşyayên xwe digirtin. Bo me rojên 23-24 hatibû diyarkirin. Di demên dawî de bi bihayê 120 tlyê xurek didan me. Her kes qasê heqê xwe dikarî xurek bigire. Me tiştên weke birinc, savar, maqarne dihirtin. Dema em dihatin jî Sarmaşikê me bi servîsê dianî malên me. Ji vê taxê gelek kes ji wir alîkariyan digirtin. Ji ber ku hemû feqîr in.”
Di malbata Dogan de ti xebatkarek wan nîn e. Bav Hanîfî Dogan nexweş e û zarok jî an dixebitin an jî hêj piçûk in. Di birayên Hanîfî hene. Her du jî di înşahatan de dixebitin û carcaran alîkarî didin wî.
“Hanîfî Dogan wiha dibêje: “Me ji keyayê taxê agahiya girtina Sarmaşikê bihîst. Piştî girtina wir me gelek zehmetî kişand. Em niha di bin deynan de ne. Ka em çi bêjin? Çi jî were gotin vala ye. Ne tenê em, halê her kesî wiha ye.”
“Hêvî dikim ku care din vebe”
Malbata Dogan ji gundê Karacak a Liceyê ne. Di sala 1996an de ji ber gundên wan hatiye şewitandin, bi darê zorê koçê Amedê kirine. Ji xeynî malên şewitî, çi deste wan de hebe, firotine û ji gund derketine. Wê demê, Hanîfî Dogan baş bû, li gel hevalekî xwe ve maşîne sitandibûn û naqliyatgerî dikirin. Niha jî dibêjin: “Eger niha jî hizûra me hebe, em dixwazin, vegerin gundê xwe.
Gulîzer Dogan diyar dike ku her çiqas çend meh in Sarmaşik hatibe girtin jî, xebatkarên wan hê jî li wan digerîn û halên wan dipirsin: “Em bi kesên li wir dixebitin re êdî bûbûn malbat. Hêvî dikim ku dîsa komele vebe. Ji xeynî xurek û zexîreyê jî gelek alîkariyên wan digihişte me. Me ji xeynî Sarmaşikê ji ti cihê alîkarî negirtiye. Dewletê hin caran komir belav dikir, lê nedidana me. Ji xwe ku em biçin jî, gelek zehmet e, divê mirov bi saetan di dorê de bisekine. Her wiha li wir torpil jî heye.”
Malbata Ataliya 4 kesî behsa halê xwe dikin
Kudret Ataliya 40 salî, ji gundê Bayirliya Liceyê ye. Piştî keça wê ya piçûk Rabîa tê dinê, hevjînê wê nexweş dikeve û wefat dike.
Di sala 1995an de gundên dişewitînin. Dema bi darê zorê ji gundê xwe koç dike, keça wê ya piçûk Rabîa 3 salî, ya mezin jî 5 salî bûye. Atali wê demê wiha tîne ziman: “Min her du keçen xwe girtin û bêyî tiştek ji malê hildim, me koçê Amedê kir. Dema hatine Amedê di mala ku niha jî lê ne de bi cih bûne. Wê malê piştî erdhêjê dabûne xizmên wî. Bo vê yekê kirêya xanî nade.
Atali wan rojan wiha tîne bîra xwe: “Me feqîrtiyeke mezin derbas kir. Eşyayê me nebû ku li malê raxin. Cînaran aliye me dikirin. Em saya serê wan li piya man. Hin şevan min ti tiştek peyda nedikir ku ez bidim zarokên xwe. Ew birçî radizan. Em bi alîkariya xêrxwazan li piya man.”
“Gelek zora me çû”
Kudret û keçên wê jî di sala 2006an de bi Sramişê re têkilî danîne. Piştî wan xebatkarên Sarmaşikê nas kirine, zehmetiyên di jiyana wan de hinkî siviktir bûne. Rabîaya keça Kudret Ataliya piçûk qansêr e û 5 sal in bi kemoterapiyê ve tê dermankirin.
“Sarmaşikê bo me piştgiriyeke mezin dida. Her tişt ne pere ye. Ez bo pereyan vê yekê nabêjim. Ew kesên li wir bi awayekî derûnî jî piştgiriyeke mezin didan me. Ji me re gelek baş bûn. Em gelek xemgîn bûn ku komele hat girtin. Herî zêde jî diya min li ber ket.”
Dayîk Kudret Atali dema diçe ji bankeyê xurakan bigre, li wir pêzaniye ku komele hatiye girtin: “Ez ligel jinên taxê çûm wir. Piştî em hinek li bende man, ji me re gotin ku komele hatiye girtin. Gelek zora me çû. Em vegeriyan malên xwe. Ew der weke mala bû.”
Mirov çawa dikare bi 500 TLyan bijî?
3 nifûsên vê malbatê hene û ji xeynî 500 TL mehaneya jinebîyan ku didin Kudret Atali, ti dahatiyeke wan nîn e. Ji bo alîkariyê jî, ji xeynî Sarmaşikê serî li ti cihek nedane.
Rabîa Atali ji bo me dibêje k abi 500 tlyê k udu meh carek tê malê ve çawa dikarin debara xwe pêk bînin:
“Sarmaşikê zeytûn, rûn, salçe û zexîreya me dida me. Bi 500 Tlyê ku diya min du meh careke digre jî, me pêdiviyên xwe yên din pêk dianî. Mînak bi pereyê penir, sebze û fêkî dikirî.
“Piştî Sarmaşik hat girtin, bufeyeke nêzî vir, pêdiviyên me bi deynî dide me niha. Dema diya min mehaneya xwe jî digre, dide deynan. Mehaneya diya mink u herî dawî girti bû, jê 400 tl da deynê bufeyê. Xwedê ji razî be, dikanger gelek alî me dike. Lêbelê ji ber dikana wî jî bi qaçaxî hatiye vekirin, hildişînin. Dibêjin qayûm hildişîne.”
“Wekê din kesî li halê me nepirsî”
Kudret Atali nekariye keçên xwe bişîne dibistanê. Xwestiye ku Rabîayê bişîne lê ji ber pirsgirêka aborî, pola yekem jî nekariye biqedîne.
Rabîa dibêje: “Diya min nekarî me bide xwendin. Ku niha bûya me yê bixwenda. Wê demê her tişt bi peretî bû. Sala barî, xebatkarên şaredariyê hatin taxê, qursa xwendin û nivîsê dan, ez jî çûme qursê û li wir fêrî hin tiştan bûm.”
"Geçen yıl çok rahatsızlandım köye gitmek, temiz hava almak istedim ama gidemedim. Çünkü orada kalacak bir evimiz yok. Ev yakılmış. Burada evin içinde geçiyor yaşamımız. Kışın dışarı çıkınca daha kötü oluyorum" diye konuşuyor.
Son sözü ise evin reisi Kudret Atalı söylüyor, "Bugüne kadar Sarmaşık dışında bize kimse el uzatmadı. Kimse demedi 'Var mısınız yok musunuz' diye. Hala Sarmaşık'ın açılmasını bekliyorum. İnşallah açılır."
“Ez par gelek aciz bûm, min xwest bo hewa paqij ez biçim gund , lê min nekarî. Ji ber ku li wir ti malekê me nîn e.
Gelo qayûm çi difikire?
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji destpêkê ve hevgirtinê bi Komeleya Sarmaşikê re kiriye. Lêbelê di Cotmeha 2016an de li şaredariyê qayûm hat tayînkirin.
Me xwest ku derbarê mirovên ku ji ber girtina komeleyê mexdûrbûne de bi qayûm Cumali Atilla re biaxivin.
Rayedareke ku bersiv da telefona me, wiha got: “Ji hêla maseya xizmetên civakî ya şaredariya me ve ji xwe alîkarî tê dayîn. Ev yek jî di medyayê de cih girtin. Cumali Beg ne tenê derbarê vê de bi gelemperî ji medyayê re yek bi ye napeyive. Hûn di civîna çapemeniyê de dikarin van pirsên xwe bînin ziman.Lê bi awayekî taybet, bi kesî re hevpeyvîn nake. Dema civîna çapemeniyê em ê agahî bidin we jî.”
Lêbelê qayûm Atilla heta vê demê derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye. Qayûmên ku li şaredariyên Sûr, Peyaz û Rêzanê hatine tayînkirin jî derbarê mirovên ku xeteriya biçîbûnê de ne heta niha ti pilansaziyek diyar nekirine.
Dewsa kesên ji kar hatine derxistin de xizmên leşkeran û kêmendaman hildan ser kar
Şaredariya Peyazê ragihand ku wan 390 kesan ji kar derxistine û dewsa wan de 40 kesên ku xizmên leşkerên di pevçûnan de hatine kuştin an birîndar bûne û kêmendaman hildane ser kar.
Qayûmê ku li Şaredariya Yenişehirê hatiye tayinkirin jî ragihand ku wî li taxên Şehitlik, Kooperatifler û Aziziyeyê malbatên feqîr ziyaret kiriye.
Niha li Amedê dewsa Sarmaşikê de ti sazî an komele nîn e ku cihê wê bigire û têra kêmasiyan bike.
Walîtiya Amedê wekê yên bajarên din, ji bo malbatên mexdûr, bi awayekî demkî û hindik hin alîkariyan dike.
Welatiyeke ku ji ber ewlehiyê nawze navê xwe bide, derbarê alîkariyên walîtiyê de dibeje: “Eger tu ne AKPî bî, walîtî li rûyê te jî nanihêre. Tu navê xwe didî nivîsandin, bi saetan li wir li bende dimînî, lê dîsa ti tiştek nadin te. Di hilbijartinan de alîkarî didin, lêbelê bo wê jî dengê me dixwazin. Di rastiyê de halê me di xema wan de nîn e.”
Beriya ku em biqedîn, divê em tiştek bînin bîra xwe ku Komeleya Sarmaşikê heta hate girtin jî bi slogana Evrîm Alataş ya “Em deste xwe ji kesî re venekin, em deste xwe bi din hev.”
Gelo wê niha çi bibe?Ev pirsa li jor, ji bo 5 hezar û 400 malbatan yanê bo 32 hezar însanan re gelek girîng e. Gelo divê ji bo Sarmaşik dîsa dest bi xebatên xwe bike, mirov dest bi berxwedanê bike, an ji bo wan malbatên di xeteriya birçîbûnê de riyeke hêsan were dîtin û alîkarî bigihînin wan? Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Sarmaşikê Şerîf Camci dibêje têkiliyên wan ê bi kesên alîkarî digirtin re didome û kesek ji jê re eiha gotiye: “Ez ditirsim ku em birçî bimînin”. Camci dibêje ku gelek kes hêjî diçin bankeya xurakan û tên. Em jê dixwazin ku bo mexdûran bila ji kesên dilxwaz re bangewazî bike lê, daxwaza me qebûl nake. Alîkariyên ferdî red dike. Ya rastî dixwaze ferqa Sarmaşikê bîne ziman. Camci tîne ziman ku wan bi kesên ji Sarmaşikê alîkarî digirin re, tenê li ser vê yekê têkilî danenîne, ji ber ku tiştek wiha dibe sedema hiyerarşiyan. Camci mebesta komeleyê wiha tîne zima: “Me her tim hedê xwe baş zanî û em bi vî awayî xebitîn. Sedema feqîrbûna wan, kesên din in. Ji ber vê jî em mecbur in ku îmkanên xwe yên heyî bi wan re parve bikin. Xizaniya li Amedê bi destê mirovan hat kirin. Ferqa pêşketina herêman weke konseptekî di salên 90î de zêdebû. Bi vî awayî feqîrtiya di nav bajarê me de, gihişte asteke bilind. Me hewl da ku ew kesana deste xwe ji ti kesî re venekin û jiyaneke baş ku bo wan rewa ye bijîn. Sarmaşik ne saziyeke xêrxwaz bû.” Li ser pirsa me ya “Gelo mirov dikare çi bike? Hûnê çi bikin? Wiha dibêje: “Kilîta reş li derê Saraşikê dan. Ev yek ji bo 32 hezar însanên ku di bin xeteriya birçîbûn de ne, destpêkê de îxlalkirina mafê hildata xwarin û zexîreyê ye. Bi vî awayî mirovan mehkûmê birçîbûnê dikin. Sarmaşikê wezîfetya dewletê ku pêk nedianî, hewl dida ku pêk bîne. Mohrkirina deriyê Sarmaşikê, mohrkirina wicdanê ye.” Komele ji bo mafê xwe him di hiqûqa navxweyî him jî di hiqûqa navneteweyî de helwesta hanê bo xwe diyar kiriye: “Girtina Sarmaşikê, sûcê li dijî mirovahiyê ye”. Lêbelê hiqûqa navxweyî ji ber OHALê pêk nayê. Ya rastî di OHALê de lêgerîna hiqûqê li ser zemînek e nediyar e. Ji ver ku Sarmaşik bi biryara KHKyê ve hatiye girtin, muxatabê vê yekê Dadgeha Îdareya Herêmê ye. Lêbelê derbarê hemû saziyên ku bi KHKan hatine girtin de, serê hiqûqnasan jî tevlihev e. Hin ji wan dibêjin, derbarê biryara wê dadgehê de divê serî li Dadgeha Makeqanûnê were dayîn, hin ji wan jî dibêjin ku ev yek biryara îdarî ye Dadgeha Makeqanûnê nikare tiştek bike. Şerîf Camci dibêje: “Di vê şerên heyî de pêkanîna hiqûqê jî nîn e. Em li bendê ne ku OHAL bi dawî bibe. Lêbelê ji bo DMME jî girtina komeleyê binirxîne, divê serî li hemû saziyên hiqûqa navxweyî were dayîn û muemelyên li wir xilas bibe.Bo vê yekê komeleyê îtirazê dadgeha îdariya herêmê kiriye. Lêbelê heta niha ti encam derneketiye. Parêzerên komeleyê jî, ji aliyek ve amadehî dikin ku dosyeya Sarmaşikê di qada navneteweyî de bînin ziman. Parêzer wê girtina Sarmaşikê di dadgehên welêt û di saziyên hiqûqê ya navneteweyî de weke Sûcê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin” bînin ziman. Gelo wateya vê yekê çiye? Herçiqas denge û konjuktor li ser mekanizmaya hiqûqa navneteweyî bandor bike jî, dewleta “sûc kiriye” wê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were dadkirin. Rayedarên Sarmaşikê, bi biryar in ku ji bo 32 hezar însanên ku mehkûmê birçîbûnê hatine kirin, berxwedaneke mezin bo hiqûqe bidin. |
(NK-ST/NU/HK)
Wêne: Sertaç Kayar
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.