Desteya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê biryarên Konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk de ku di 8-9ê Hezîrana 2026’an de hatibû lidarxistin, giştînameyek nû ji hemû şaredariyan re şand.
Li gorî biryarên di konferansê de hatine dayin, armanc ew bû ku di nava şaredariyên mezin de Serokatiya Daîreya Jiyîn û Pêşxistina Zimanan, li şaredariyên din jî Mudiriyeta Jiyîn û Pêşxistina Zimanan bên damezirandin.
Dê serî li wezaretê bidin
Di çarçoveya rêbazên alternatîf ên hatine pêşxistin de, armanc ew e ku navên yekîneyên ku di cetvelên kadroyên norm ên heyî yên şaredariyan de hatine diyarkirin bên nûkirin.
Di giştînameya hatiye weşandin de, bi armanca dayîna derfetê ku li şaredariyên mezin serokatiya daîreyê, li şaredariyên bajar, navçe û bajarokann jî mudiriyet bên damezirandin, hate xwestin ku daxwaznameyên fermî ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê re bên şandin.
"Xebatên zimanê dayîkê dê bidomin"
Di giştînameyê de hate destnîşankirin ku di demeke ku pêvajoyên qanûnî yên derbarê guhertina rêziknameya daxwazkirî de berdewam dikin de, pêwîst e şaredarî bê navber xizmet û çalakiyên xwe yên pratîkî yên di warê zimanê dayikê de bidomînin û ev yek xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Herwiha hate diyarkirin ku pêşxistin, xurtkirina sazûmanî û belavkirina xebatên zimanê dayikê di nava rêveberiyên xwecîhî de pêdiviyeke bingehîn û berpirsiyariyeke jêneveger e.
(AY)
