Şaredariyên DEM Partî yên Amedê, ji bo 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Parka Anîtê daxuyanî dan û starta çalakiyên xwe dan.
Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hêza xwe û bi îradeya azad niha dema jinê ye” hate vekirin. Şaredarî, nûnerên rêxistinên jinan û gelek jin beşdar bûn û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.
Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Midûra Siyasetên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Guler ve, ya Tirkî jî ji aliyê Seroka Daîreya Siyasetên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer ve hate xwendin.

Jinan di daxuyaniyê de tekez kirin ku jin ji bo jiyaneke ku ew dikarin bi ziman, çand û nasnameyên xwe yên dayikê bi azadî bijîn, parêzvaniyê dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku demokratîkbûna Komarê û aştiya mayînde tenê bi îradeya rêxistinkirî ya jinan mimkun e.
"Em ê têkoşîna xwe li dijî her cûre tundkariyê mezin bikin"
Her weha di daxuyaniyê de hat gotin ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan a bi hev re têkoşîn didome û hat gotin:
"Îro, em destpêkirina çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê radigihînin! Em ê li tax, kolan û gundan bi jinan re bicivin da ku dengê xwe yê hevpar û têkoşîna xwe li dijî her cûre tundûtûjiyê mezin bikin. Bi rêya kombûnên jinan, atolyeyan, çalakiyên hişyarkirinê û bûyerên hevgirtinê, em ê ezmûn, daxwaz û çareseriyên pêşniyarkirî yên jinan bikin kevirê bingehîn ê têkoşîna me ya hevpar. Bi hev re, em ê qadên ku jin dikarin bi azadî li ser jiyana xwe biryarê bidin, têkiliyên hevgirtinê xurt bikin û jiyana civakî bi îradeya xwe ya rêxistinkirî veguherînin zêde bikin."

Piştî daxuyaniyê, jinan belavok belav kirin û banga beşdarbûna meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de saet di 17:30'an de li Çerxerêya Dinyayê were lidarxistin, kirin.
(AY)

