Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredariya Choisy-le-Roi ya Fransayê, xelata şaredariyê daye Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ku li şûna wê kayûm hatibû tayînkirin. Kişanak ji 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê û vir ve girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê girtî ye.
“Kişanak ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşe”
Didier Guillaume, Şaredarê ji Partiya Komunîst, li ser malpera înternetê ya şaredariyê wiha nivîsiye:
“Kişanak, weke 84 şaredarên kurd, di encama tayînkirina rêveberekî ji hêla otorîteya navendî ya Enqereyê, ji wezîfeyê hatin wergirtin. Ez agahdar bûm ku beriya derkeve dadgehê, du salan di girtîgehê de hatiye girtin û paşê jî 14 sal cezayê girtinê lê hatiye birîn. Jineke çalakvan a ku li Tirkiyeyê her gavê ji bo maf û demokrasiyê têkoşîn kiriye, keseke ku bûye remza têkoşîna rûmetê û êrîşî wê dikin. Sala 1980yî, di dema derbeya leşkerî de ji ber dest ji nasnameya xwe ya kurd neda hat girtin û îşkence lê kirin”.
14 sal ceza li Kişanakê hatiye birîn
Dadgehê di serê meha Sibatê de bi îdiaya ku “endama rêxistina terorê ye” 11 sal û 3 meh û bi îdiaya ku “propagandaya rêxistina terorê ya çekdar” kiriye jî 3 sal cezayê girtinê li Gultan Kişanakê birî ye. Her weha 15 sal cezayê girtinê jî li Sebahat Tûncel, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) birî ye. (EMK/FD)