Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di çarçoveya perspektîfa rêveberiyên herêmî yên demokratîk de ji bo welatiyên dezavantaj û hewcedar bi taybetî xwendekaran li gelek qadan xebatên xwe didomîne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku li bajêr bi awayekî aktîf li dijî xizaniyê têdikoşe, bi feraseta rêveberiyên herêmî yên demokratîk xebatên xwe dimeşîne, bi taybetî bi pêşxistina projeyên têkildarî jinan.
Herî dawî jî Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku bi serlêdana JINKARTê ya ji bo jinan bingeheke nû avakir , dest bi dayîna JINKARTê ji jinên ku serlêdana wan hatin qebûlkirin kir.