Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) di 25ê Çiriya Paşiyê Roja Navnetewî ya Berxwedana Li Dijî Tundiya Li Jinan de “Xeta telefonê ya piştgiriya bi jinan re” a pirzimanî ava kiriye. Şaredarî bi vê xetê re armanc dike ku piştgiriyê bide jinên tundkarî li wan hatiye kirin. Xeta telefonê ya hejmara wê 444 80 86 e wê bi tirkî, kurdî, ingilîzî û bi erebî, her weha 7 rojan û 24 saetan kar bike.
Ji bo danasîna vê xebatê civîneke danasînê bi awayê online pêk hat. Di civîrê de Canan Gullu, Seroka Federasyonên Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê û Şengul Altan Arslan, Alîkara Sekreterê Giştî yê IBByê derbarê xebatê û têkoşîna jinan de zanyarî dan.
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê IBByê jî di civînê de axiviye û gotiye ku “şerm e mirov gotinên ‘jin’ û ‘tundiy’ bîne ba hev, lê di nava civakê de rastiyeke bi vî awayî heye.”
Canan Kaftancioglû, Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê jî axiviye û helbesta Furux Ferruhzadê ya bi navê “Jinûve jidayikbûn” xwendiye. (EMK/FD)