Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) ji bo bale bikişîne ser koronavirusê ango Covid-19ê animasyon amade kirine. Di van anîmasyonan de li gel tirkî, ingilîzî, erebî û farisî, kurdî jî hatiye bikaranîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji balê bikişîne ser #koronavirus-ê ango #COVID19-ê bi 5 zimanan anîmasyon amade kiriye. Yek ji van zimanan jî kurdî ye pic.twitter.com/hdnIA7vxOY
— FeridDemirel (@FeridDemirel10) March 20, 2020
Film li ser malpera Şaredariyê, li ser hesabên wê yên medyaya civkî, di ekranên bajêr ên li qadan û yên di nava metro, tramvay û basan de wê bê nişandan. Her weha wê li ser wan platforman bê weşandin ku kesên biyanî û penaber aktif bi kar tînin.
Şaredarî her weha wê navberê bide seferên basan ên ku 24 saetan kar dikirin. Dîsa ji bo texsî û mînîbusan dezenfekte bikin wê 100 îstasyonên dezenfektekirinê bên avakirin. (HA/FD)