Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Silopiyê bi mebesta pêşiyê li îstîsmara zarokan bigirin, semînerek bi mijara “Pêşîlêgirtina Îstismar û Îhmalkirina Zarokan” pêkaniye.
Semînera ku li Parka Ahmet Kayayî hatiye lidarxistin, Adalet Fîdan Findik,Hevşaredara Silopiyê, Nergîz Ant, Seroka Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan, Derûnnas Besna Tokak, rêvebiriya HDPê ya navçeya Silopiya û gelek jin tevlî bûne.
Nergîz Ant, Seroka Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan di semînerê de li ser mijarên weke “mirov çawa têdigê ku zarokî îstîsmar lê hatiye kirin, îstismar û îhmalkirina zarokan, îstîsmara fîzîkî, îstîsmara hestî, îstismara zayendî, dema zarok rastî îstîsmarê tên çima nikarin bêjin, ji bo ku malbat zarokên xwe ji îstîsmarê biparêzin divê çi bikin” axiviye.
Derûnnas Besna Tokakê di semînerê de behsa pirsgirêkên psîkolojîk yên di dema îstismar li zarokan tê kirin de çêdibe, kiriye.
Semîner, bi nirxandin û pêşniyazên jinan bi dawî bûye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê