Piştî ku Şaredarê Gaziosmanpaşayê Hakan Bahçetepe ji kar hate dûrxistin, di hilbijartina Meclîsa Şaredariya Gaziosmanpaşayê de Endamê Meclîsê yê AKPî Eray Karadeniz wekî cîgirê şaredar hate hilbijartin.
Şaredarê Gaziosmanpaşayê Hakan Bahçetepe bi îdiaya ku 'gendelî kiriye' hatibû girtin. Meclîsa Şaredariya Gaziosmanpaşayê ji bo hilbijartina cîgirê şaredar kom bûn.
Civîn li avahiya şaredariyê di bin serokatiya Cîgirê Serokê Meclîsê yê 1emîn Erdogan Yildirim Özçelik de pêk hat. AKPê Eray Karadeniz ku Cîgirê Serokê Koma Meclîsê bû û CHPê jî Murat Topaloglû ji bo hilbijartina cîgirê şaredar pêşniyar kirin.
Piştî ku namzedan di du tûrên pêşîn de piraniya dengan dest nexistin, di tûra sêyemîn a dengdanê de Karadenîz ji AKPê bi wergirtina 21 dengan wekî cîgirê şaredar hat hilbijartin. Topalogluyê CHPî 16 deng bidest xist.
Li Avcilar û Buyukçekmeceyê CHPyî zêde ne
Di Meclîsa Şaredariya Avcilarê de 24 CHPî, 10 AKP, 2 MHP, 1 BBPî heye; Di Meclîsa Şaredariya Buyukçekmeceyê de, CHP 23, AKP 12 û MHP jî 2 endam hene. Di Meclîsa Şaredariya Gaziosmanpaşayê de, AKP 16 endam, MHP 3 endam û CHP jî 16 endam hene.
Hilbijartina ji bo diyarkirina cîgirê şaredar a Meclîsa Şaredariya Gaziosmanpaşayê qediya. Hilbijartina li şaredariyên Avcilar û Buyukçekmeceyê didome.
(AB/AY)