Fotograf: Medyaya civakî
Li Navenda Hînbûna Heta Hetayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ISMEK) wê kursa zazakiyê destpê bike.
ISMEKê li ser malpera xwe aşkere kiriye û gotiye ku wê kurs di 8ê Nisanê de destpê bike.
Piştî ku Ekrem Îmamoglûyê Partiya Gel a Komarî (CHP) di sala 27ê Hezîrana 2019an de bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê, li ISMEKê kursên kurmanciyê hatin vekirin.
ISMEKê di ragihandina xwe de diyar kiriye ku kurs wê li navenda wan a Şîşliyê pêk bê û 16 kes wê bikaribin tevlî vê kursê bibin. Kurs heta 22yê Tîrmeha 2023yan wê dewam bike.
Ders wê ji bo asta destpêkê bên dayîn û kesên ku bixwazin zazakî hîn bibin wê bikaribin serî lê bidin. Ders wê rojên şemî û yekşeman di navbera saet 14.10 deqîqe û 17.20 deqîqeyan de bên dayîn.
Ji bo zanyariyên zêdetir û qeydkirinê, bitikîne
Çi bûbû?
Piştî ku Ekrem Îmamoglû di hilbijartinê de hatibû hilbijartin û bûbû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê, Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) di meha Tebaxa 2019an de bi kesên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandine re civiyabû.
Kiliçdaroglûyî li vir gotibû ku ew ê li ISMEKan dest bi perwerdeya kurdî bikin. Her weha diyar kiribû ku ew ê xizmetê bi zimanê kurdî bidin kal û pîran, ên ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin. (FD)