Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji 14ê Adarê ve li Şirnexê derketina derve qedexe ye, Şirnexîyên mecbûr mayîn terka mala xwe bikin di çadiran de dijîn lê bi biryara walîtîyê çadirên wan têne rakirin.
TOMA(Wesayitên Mûdaxeleya li Rûdanên Civakî) û kepçe dûhî li ‘’Konutan’’ bûn.
Îro jî kepçeyan çadirên li Geliyê Behram û li ber Royê Gilindor rakirin.
Şaredarê Şirnexê eşkere kir ku kon(çadir) bi biryara Walîtîya Şirnexê têne valekirin lê dewlet ji bo niştecihan ti war û sitargehan nîşan nade.
‘’Li zoman ew kesên feqîr/hejar dimînin, ma kê divê bimîne... Ji xwe me kon vedabûn. Meha Adarê jî li Şirnexê zivistan e, xelkê havîn û zivistana xwe di van çadiran de derbas kirin. Germayî di havînan de dibe 42 derece.
‘’Hin niştecihên wan çadirên hatîn valekirin çûn nik xizmên xwe yên li Şirnexê, hinek jî çûn wê dera berê me wek Kampa Êzidîyan amade kiribû.
‘’Niho em jî nizanin çi bikin. Me projeyek hebû ku me dê 400 mal ava bikiriyan, walîtîyê ew jî asteng kir. Em bibêjin em ê ‘konteyneran’ bînin [walîtî] dê wê jî qebûl neke.
‘’Nahêlin ti alîkarî ji aliyê me ve çêbibe. Polîtîkaya giştî ber bi wê yekê ve ye ku Şirnex tê valekirin.
‘’Heke dewlet welatiyan ji cihê wan derbêxe û cihekê nîşanî wan neke, ev tê wê wateyê ku dibêje ‘bicehime û here’
‘’Rakirina çadiran û dewamkirina qedexeya derketina derve nîşana wê yekê ye ku ew naxwazin cihek bi navê Şirnexê bimîne. ‘’
Walîtî: Alîkariya bicihbûnê ji bo welatiyan hatiye dayin
Walîtîya Şirnexê bi daxuyanîyeka fermî daye zanîn ku alîkariya bicihbûnê ji bo wan welatiyên ji çadiran hatîn derêxistin hatiye dayin. Lê ti agahiyên li ser ‘’dîtina cihên kêrî niştecihan bê’ nehatiye dayin.(ÇT/MB)
Wêne: Twitter