Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi û çar rêvebirên din ên şaredariyê, ku di operasyona dawî ya li dijî şaredariyên CHPê de hatibûn desteserkirin, hatin girtin. Her weha kesek jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Kabadayi û rêveberên din bi tohmeta ku "ji bo pêkanîna sûc rêxistin avakirin e û bûne endam", "bertîl" û "di îhaleyan de sextekarî kirine" hatibûn sûcdarkirin û çar rojan li rêvebiriya emniyetê a li Kolana Vatanê hatibûn ragirtin. Duh sibê sewqî Dadgeha Anadoluya Stenbolê hatin kirin.
Îfadeyên wan ên dozgeriyê tevahiya rojê dewam kirin û Kabadayi û çar kesên din bi daxwaza girtina wan sewqî dadweriyê hatin kirin.
Dadweriyê biryara girtina Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi, Oguz Kaçmaz, Tuncay Tolga Ozçakmak, Evren Burçhan û Alî Şafak da. Aslı Kotan jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Ozgur Kabadayi û pênc kesên ku bi wî re bûn di 10ê Tîrmehê de hatibûn desteserkirin.
Bi girtina Kabadayi re, hejmara şaredarên CHPê yên girtî gihîşt 16an.
(HA/AY)
