Mesut Ozarslan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî daye. Ozarslan îdia kiriye ku Serokê CHPê Ozgur Ozel di şeva 7ê Sibata 2025an de bi rêya WhatsAppê peyamên ku "gef, buxtan û heqaretên ku bi nezaketa siyasî, exlaqê partiyê û mirovahiyê re naguncin" ji wî re şandine.
Ozarslan diyar kir û got "Ji bo min ne mimkûn e li ser zemîneke ku ev şewaza serdest be siyasetê bikim.”
Endamên Meclîsa Şaredariya Keçiorena Enqereyê yên CHPê Serkan Bedirhanoglu, Cihan Ayhan û Azra Ceylan Ozturk aşkere kirin ku wan jî ji partiya xwe îstifa kirine.
CHPê Mesut Ozarslan di hilbijartina herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji bo Şaredariya Keçiorenê weke namzet hilbijartibû. Ozarslan ji sedî 47.95ê dengan bidest xist û bû şaredarê Keçîorênê. Di hilbijartina Meclîsa Şaredariyê ya CHPê de jî ji sedî 45.48ê dengan wergirtin ku ji sedî 8 ji dengên AKPê zêdetir e.
"Li dijî kampanyayeke reşkirinê ya sîstematîk tê meşandin"
Ozarslan îdia kir ku ji aliyê hin "klîk û fraksiyonan" ve di nav CHPê de, bi taybetî piştî hevdîtina wî ya bi Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum re, kampanyayeke reşkirinê ya sîstematîk tê meşandin.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
"Di saet 23:59ê 7ê Sibata 2025an de, ji aliyê Serokê Giştî ê CHPê Birêz Ozgur Ozel ve bi rêya WhatsAppê ji min re peyam hatin. Ev peyam heqaret, gef û buxtanên ku bi nezaketa siyasî, exlaqê partiyê, berpirsiyariya giştî û mirovahiyê re naguncin li xwe digirin.
Ez dipirsim: Gelo serokek giştî dijûnan li şaredarek dike? Gelo serokek giştî nirxên malbatî dike armanc û heqaret dike? Gelo serokek giştî bi gotinên ku nayê ziman gef dixwe? Ji bo van peyaman ku bi taybetî nirxên malbata min, diya min û heta bavê min ê rehmetî hedef digirin, êdî ne mimkûn e ku ez di nav refên CHPê de bimînim."
Di gel îstifayê Mesut Ozarslan diyar kir ku ew ê wekî Şaredarê Keçiorenê wezîfeya xwe weke serbixwe bidomîne.
(Mİ/AY)

