Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Piştî Şaredarê Enqereyê, Melîh Gokçekî bi daxwaza serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan dest ji karê xwe berda.
Şaredarê nû, Mustafa Tûnayî dest bi karî kir, wî xwestiye hemî bûrokratên şaredariyê dest ji karên xwe berdin.
Li gor nûçeya Murat Yilmazî ya li rojnameya Hurriyetê sekreterê giştî yê şaredariyê Mustafa Balciyî daxwaznameya destjikarîberdanê(îstifa) teslîmî şaredariyê kiriye.
Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku şaredarê nû xwestiye serokên berpirsiyarîyên beşên şaredariyê dest ji karê xwe berdin.
Mustafa Tûna du dewran bû şaredarê Şaredariya Sîncanê. (EKN/MB)