Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de, Şaredarê Beyogluyê Înan Guney jî di nav de 45 kes hatibûn desteserkirin. Guney bi îdiaya ku “bûye endamê rêxistina ku bi mebesta sûc pêk bîne hatiye avakirin” û “ji bo zirara sazî û dezgehên dewletê sextekarî kiriye” di saetên şevê de hat girtin.
Guney jî di nav de 44 kesên ku hatibûn desteserkirin, ji wan 20 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê ji bo girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Guney, sekreterê wî yê taybet Seyhan Ozcan, zavayê wî Îsmaîl Akkaya û şofêrê wî Deniz Golelî jî di nav de 17 kes hatin girtin. 27 kesên din jî bi qedexeya derketina derve û tedbîrên kontrola edlî hatin berdan.

Înan Guney û 44 kes birin Edliyeyê
Daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ragihand ku Şaredarê Beyogluyê Înan Guney jî di nav de derbarê 44 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Serdozgeriya Giştî diyar kir ku ew kes bi tohmetên wekî, "birêvebiriya rêxistina sûcê", "endamtiya rêxistina sûcê", "sextekarî", "bertîl", "bidestxistina neqanûnî ya daneyên kesane" û "sextekariya di îhaleyê de" tên tometbarkirin.
Di vê çarçoveyê de hat tespîtkirin ku 35 gumanbarên ku Şaredarê Beyogluyê Înan Guney jî di nav wan de ye, di nava Medya A.Ş, Kultur A.Ş. û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de tevlî gelek karên sextekariyê bûne û pêwendiya wan bi gumanbar Murat Ongun û gumanbarê fîrarî Emrah Bagdatli re heye.
Her wiha polîsan di çarçoveya beşa medyaya civakî ya rêxistina sûcê de 9 gumanbarên din jî destnîşan kirin ku di bin kontrola Ongun de kar dikirin û pêwendiya wan bi Bagdatli re hebû.
Derbarê 44 gumanbarên ku nasnameyên wan hatin eşkerekirin de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Şaredarê Beyogluyê Înan Guney jî di nav de 42 kes hatin desteserkirin
Kesên hatine girtin
"Şaredar İnan Guney, Sekreterê wî Seyhan Özcan, zavayê wî İsmail Akkaya, Şofêrê wî Deniz Goleli, Mahir Gün, Mehmet Kaya, Esma Bayrak, Güngör Bozkurt, Pasewanê Guney, Veysel Eren Güven, Şofêrê Îmamoglû Recep Cebeci, Şêwirmendê Serok ê İBBê û Xizmê Murat Ongun, İbrahim Can Yaman, Hasan Yalaz, Yunus Göçer, Alper Yıldırım, Duygu Fikirli, Zekai Kırat û Yusuf Yüce."
Kesên bi şertê kontrola edlî serbest bûne
"Xwişka Guney Sabriye Akkaya, Şêwrimendê Serok ê İBBê Yiğit Oğuz Duman, Koordînatorê Weşanê yê MEDYA AŞê Nazlı Dalar, xwişka gumanbarê fîrarî Emrah Bagdatli, Ozge Bagdatli, Bora Aramacı, Aysun Vural, Hasan Erkan Kabakçı, Asraf Engin Güner, Ersan Şık, Nurul Taha Yüksel, Şükrü Fındık, Burak Karakuş, Alican Ayvataş, Mustafa Serez Yerli, Erdal Akbay, Mehmet Akif Bulut, Çiğdem Nasuhbeyoğlu, Ümit Karakaya, Ferda Yıldız Selbasan, Kazım Eren Sönmez, Ahmet Bozkurt, Mesut Taşkın, Tuğba Koçak, Utku Doğruyol, Hare Dinçer, Tarık Bora, Mehmet Türkoğlu."

Li dijî Şaredariya Stenbolê operasyoneke nû: Biryara desteserkirina 14 kesan hat dayîn
Çi bûbû?
Di roja Îniya 15ê Tebaxa 2025an de di çarçoveya lêpirsînê de Şaredarê Beyoglûyê jî di nav de derbarê 44 kesan de biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Hatibû îdiakirin ku 35 gumanbar di nava Medya A.Ş, Kultur A.Ş. û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de tevlî gelek karên sextekariyê bûne û pêwendiya wan bi gumanbar Murat Ongun û gumanbarê fîrarî Emrah Bagdatli re heye. Her wiha polîsan di çarçoveya beşa medyaya civakî ya rêxistina sûcê de 9 gumanbarên din jî destnîşan kirin ku di bin kontrola Ongun de kar dikirin û pêwendiya wan bi Bagdatli re hebû.
Kesên desteserkirî ev in:
Şaredarê Beyoglûyê İnan Guney, Şêwirmendê Serokê İBByê Yigit Oğuz Duman, xwişka gumanbarê fîrarî Emrah Bagdatli, Ozge Bagdatli, Hasan Yalaz, Bora Aramacı, Aysun Vural, Esma Bayrak, Güngör Bozkurt, Hasan Erkan Kabakçı, İsmail Akkaya, Asraf Engin Güner, Mehmet Kaya, Ersan Şık, İbrahim Can Yaman, Yunus Göçer, Nurul Taha Yüksel, Alper Yıldırım, Deniz Göleli, Duygu Fikirli, Şükrü Fındık, Nazlı Dalar, Veysel Eren Güven, Burak Karakuş, Alican Ayvataş, Mustafa Serez Yerli, Erdal Akbay, Mehmet Akif Bulut, Sabriye Akkaya, Çiğdem Nasuhbeyoğlu, Ümit Karakaya, Mahir Gün, Recep Cebeci, Ferda Yıldız Selbasan, Yusuf Yüce, Kazım Eren Sönmez, Ahmet Bozkurt, Tarık Bora, Mesut Taşkın, Tuğba Koçak, Hare Dinçer, Seyhan Özcan, Mehmet Türkoğlu, Utku Doğruyol, Zekai Kırat.
