Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler di nav de 13 kes jê girtî 26 kes bi tohmeta ku "Di îhaleyê de gendeltî kiriye" û "ji bo pêkanîna sûc rêxistin ava kiriye, endama rêxistinê ye û alîkariya rêxistinê kiriye" dihat darizandin. Dadgehê biryara tehliyeya 13 kesên girtî da.
26 kes tevî Şaredarê Beykozê yê girtî Alaattin Koseler, piştî 183 rojan cara yekem li 17emîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê derketin pêşberî dadwer.

Alîkara Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hat desteserkirin
Piştî parastinên bersûc û parêzerên wan, dozger nerîna xwe eşkere kir. Dozger xwest bersûc Alaattin Koseler, Velî Gumuş, Serdar Karahan, Havva Dindar û Uğur İnci girtî bimîne û di heman demê de xwest bersûc Yildiz Guneş were girtin.
Dadgehê Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler jî di nav de ji bo 13 bersûcên girtî biryara tehliyeyê da.
Koseler ji wezîfeyê hatibû girtin û di girtîgehê de bû.

Derbarê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hat destpêkirin
(AB/AY)

