Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kir ku Mûrat Hazînedar Şaredarê Beşîktaşê yê ji Partiya Gel a Komarî (CHP) ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Li gel Hazînedarî endamên Meclîsa Şaredariyê Huseyîn Avnî Sîpahî û Çetîn Kirişgîl jî ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
“Hazînedar di çarçoveya lêpirsînan de hatiye dûrxistin”
Wezareta Navxweyî Hazînedarî di çarçoveya Xala 127ê ya Destûra Bingehîn de ji wezîfeyê dûr xistiye. Daxuyaniya Wezaretê wiha ye:
“Mûrat Hazînedar Şaredarê Beşîktaşê û Huseyîn Avnî Sîpahî û Çetîn Kirişgîl Endamên Meclîsa Şaredariyê li gorî Xala 127ê ya Destûra Bingehîn ji hêla Wezareta Navxweyî 4ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
“Mûrat Hazînedar di çarçoveya wê lêpirsînan de hatiye dûrxistin ku di çarçoveya Kanûna Agahdarkirina Mal û Têkoşîna li dijî Milkan Gendelî û Bertîlxwarinê, ya li hemberî sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdar ya bi navê FETO/PDYyê de ji wezîfeya xwe hatiye dûrxistin.”
9ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê jî Şaredarê Ataşehîrê Battal Îlgezdî ji hêla Wezareta Navxweyî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.
Hazînedar: Biryar ji min re neşandine
Piştî ku agahiya dûrxistina ji wezîfeyê belav bû, Şaredarê Beşîktaşê Mûrat Hazînedar li ber avahiya Şaredariyê ji girseya ku kom bûye re axivî.
Hazînedar diyar kir ku biryar ji wî re nehatiya şandin û ew ji sedî 77 dengên gelê Beşîktaşê standiye û ew nûnerê emanetê wan e:
“Ez nûnerê emaneta gelê Beşîktaşê me. Di demeke wisa de min wezîfeya xwe kir ku di nava şert û mecrên gelekî giran û di bin fişara siyaseta navendî ya li ser rêveberiyên herêmî dikir de min hewl da ku kar bikimm. Beyî ku ez cidahiyê têxim navbera partî û mirovan 4 salin min hewl da ez kar bikim.”
Hazînedarî diyar kir ku derbarê wî de ti doz nehatine vekirin.
Di heman demê de Wezareta Navxweyî biryar standiye ku dest deynin ser pasaporta malbata Hazînedarî jî û biryara qedexeya derketina derve ji bo wan standiye. (TP/HK/FD)