Serokê Şaredariya navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê Hasan Mutlu bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji kar hat dûrxistin. Wezaretê got ku weke “tevdîreke demkî” ev biryar hatiye dayin.
Serokê Şaredariya Bayrampaşayê Hasan Mutlu di çarçoveya operasyoneke li dijî "wergirtina bertîlê" û "gendeliya di îhaleyan de" de hatibû girtin.
Her weha Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye û gotiye, “Şaredar Hasan Mutlu li gorî xala 127emîn a Destûra Bingehîn û xala 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmar 5393 bi awayekî demkî ji kar hatiye dûrxistin.”

Şaredarê Bayrampaşayê yê CHPê Hasan Mutlu û 25 hevalên wî hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bayrampaşayê de di 16ê Îlonê de 45 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezê û Aştiyê hatin kirin. Şaredar Hasan Mutlu di nav de 26 kes ji wan hatin girtin û 19 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Tê payîn ku Meclisa Şaredariyê cîgirek li şûna serokê şaredariyê hilbijêre da ku karên wî bi rê ve bibe.
Hasan Mutlu di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de wekî berbijêrê CHPyê bi rêjeya ji sedî 44,67ê dengan hatibû hilbijartin û bûbû serokê şaredariyê.
