Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sarah Hegazî, mafparêz û çalakvana LGBTI+, li Misrê ji ber ku di konserekê de ala keskesor hilda bû hatibû girtin û di wê demê de îşkence û êrîşa zayendeprest lê hatibû kirin xwe kuştiye.
Hegazî ji ber zordariyê neçar mabû koçî Kanadayê bike û liv ir xwe kuştiye.
Li gorî nûçeya ku Egypt Todayê weşandiye, Hegaziya 30 salî beriya xwe bikuje mesajek nivîsandiye ku tê de wiha gotiye:
“Ji xuşk û birayên min re, min hewl da ku ez bijîm lê biser neketim, min bibexşînin.
“Ji hevalên min re, ew tecrübe gelekî bêrehm bû û ji bo li dijî wê derkevim ez gelekî lawaz im, min bibexşînin.
“Ji cîhanê re, tu gelekî bêrehm e, lê ez te dibexşînim.”
Di sala 2017an de hatibû girtin
Hegazî sala 2017an di dema konserekê de li Kahîreyê ala keskesor hildabû. Bi tohmeta ku “dixwaze li Misrê hevzayendiyê belav bike” hatibû girtin.
Li girtîgehê îşkence lê hatibû kirin û rastî êrîşa zayendperest hatibû. Di sala 2018an de serbest bûbû û ji ber zordariyê neçar mabû koçî Kanadayê bike.
Beriya ku xwe bikuje bi demekê, li ser hesabê xwe yê Instagramê fotografek weşandiye û di peyama xwe de gotiye, “Asîman ji cîhanê hê baştir e.”
Li Misrê rewşa LGBTI+yan
Li Misrê LBGBTI+ bi pirsgirêkên hiqûqî re rû bi rû dimînin. Di pratîkê de dijyasayî tên dîtin. Li gel mafê zewacê nikarin gelek mafên din bikar bînin.
Di sala 2004ê de ji ber hevzayend bû, 17 sal cezayê girtîgehê li xwendekareke zanîngehê birîn. Biqasî tê zanîn gelek LGBTI+ li Misrê girtî ne. (EMK/FD)