Şanoya “Ji akademîyê re raporek” ku derhêner û lîstikvanê wê Tuncay Ozel e dê îşev(27.12.2018) siet 20.00ê li Şa Performansê bê lîstin.
Şanoger, Tuncay Ozel (Wêne: Murat Bayram/bianet)
Nivîskarê bi nav û deng Franz Kafkayî kitêba “Ji akademîyê re raporek” nivîsîye. Helbestkarê ciwan Roşeng Rojbîrî adabtasyona* wê ji bo şanoya kurdî kiriye(*li şanoya kurdî aniye).
Dekora şanoyê Bilge Kutluyî amade kiriye, derhênerê ronahiyê Egît Firat e.
Ji bo dîtina cihê Şa Performansê bitikîne.
Lehengê çîrokê meymûnekî “Azad” e. Dema ku ji hêla mirovan tê esîrkirin tenê rêyek dimîne bo wî! Bes tişta ku meymûn bêrî dike ne “Azadî” ye, tenê xwexapandin e, lê ji bo ku bijî û jiyana xwe bidomîne pêwîst e wisa tevbigere... vê pêncşemê (27.12.2018) 20:00an li ŞA Performansê! pic.twitter.com/LahkoQWFco
— Şa Performans (@saperformanss) 23 Aralık 2018
(MB)