Şanoya Bajêr a Amedê di van rojên ku nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê belav bûye de, lîstika xwe ya bi navê Daweta Xwînî li ser hesabê xwe yê Youtube-ê weşandiye.
Lîstika ku Federica Garci Lorca, helbestvan û şanonûsê spanyolî nivîsandiye, Şanoya Bajêr a Amedê di sala 2012an de hatibû amadekirin.
Ferhat Feqî derhênerê lîstikê ye, Serhat Kûral jî koraegrafiyên wê amade kiriye.
Mijara lîstîkê doza xwînê ya ku di nav du malbatan de ye. Bûk şeva dawetê tê revandin û ev bûyer dibe sedem ku doza xwînî car din xurt bibe. Derhêner Ferhat Keskîn di lîstikê de motîfên kurdan yên wek dengbêj, govend û cil û bergên kurdan ên kevneşop di lîstikê de bi kar aniye.
Berfîn Emekter yek ji şanogera Şanoya Bajêr a Amedê ji bianetê re got ku ew ê di rojên pêş de şanoyên xwe yên din jî li ser hesabê xwe yê Youtube-ê bi weşînin. (FD)