Şanoya “Bêrû” ya ku Teatra Jiyana Nû (TJN) bi kurdî dilîst, li Moskovayê beşdarî “Festîvala Pêşbaziya Şanoya Navneteweyî” bûye û li vir Xelata Mezin bi dest xistiye. “Bêrû” di çarçoveya bernameya festîvalê de 7ê Nîsanê derketiye pêşberî şanohez û juriyê.
Li gorî nûçeya Cemîl Ogûzî li ser malpera Diyarnameyê de belav kiriye Nazmî Karamanî derbarê xelatê de wiha axivî ye: "7ê Nîsanê em li Moskovayê bûn. Li saloneke 400 kesî me lîst, salon hema bêje tije bû. 5 endamên juriyê hatibûn temaşekirinê. Bêyî wergera ji bo rusî me lîst. Wergêr li cem endamên juriyê bû. Lê paşê endamên juriyê ji me re gotin, 'Me ew qas jê hez kir û em ketin navê, piştî demekê me hewce bi wergerê nedît û me temaşe kir'. Ew bi heman awayî çûne li lîstikên din jî temaşe kirine û piştî nîqaşan ya me ecibandine û xelat kirine."
“Yekem car bû ku me li pêşberî juriyê lîst”
Karaman gotiye ku heta niha wan li pêşberî gelek temaşevanan lîstika xwe listiye û wiha berdewam kiriye: "Yekem car bû me li pêşberî juriyekê lîst. Wan got ku gelek ecibandine û ew ne li benda tiştekî wisa bûn, texmîn nedikirin dê rastî tiştek wisa bên."
Jurî ji Nîkolay Aleksiyevîç Slîçenko lîstîkvanê netewî û xwedî xelata dewletê, Vlado Velev lîstikvan, Vladîmîr Yakovlev rexnegirî şanoyê, Yevgeny Malînîn nivîskar, Leyla Tastanova zanyara şanoyê, Şalîko Bêkes rejîsor û dramatûrg û Vera Fedorçenko rejîsora sînemayê pêk dihat.
Li gorî derhênerê şanoya Bêrû Nazmî Karamanî, ji ber medota ku wan bi kar aniye jurî gelekî şaş mane. Karamanî diyar kiriye ku ji ber lîstikeke komediyê ya bi 18 kesan divê bê lîstin wan bi 6 kesan pêşkêş kiriye û li şûna dekoreke mezin bi dekoreke sade û serkeftî derxistine ser sehneyê bala juriyê kişandiye û wiha berdewam kiriye:
"Li vir li gelek bajaran temaşevanan ji lîstikê hez kiribû. Li qada navneteweyî ecibandineke wisa bo me gelek baş bû. Yekem car bû ku me li derve dilîst. Ev yek ji bo şanoya kurdî jî ji bo me jî gelek baş bû. Ev nîşan dide ku şanoya kurdî çiqas li cihek baş e, rexnegiran jî ev yek nîşan da. Ev xelat ji bo lîstikên ji niha û pê de bêne lîstin jî muhîm e; divê em zêdetir li ser lîstikên xwe bixebitin û zêdetir li derveyî Tirkiyeyê nîşan bidin."
Derbarê Festîvalê de
Festîvala Pêşbaziya Şanoya Navneteweyî ji bo bîranîna S.M.Şêpkîn tê lidar xistin. Şêpkîn bingeha dibistana şanoya Rusyayê daniye. Festîval îsal 17emîn car bi minasebeta 230yemîn rojbûna Şêpkîn hat li darxistin. Ji qada navneteweyî gelek lîstikên şanoyê hatin vexwendin û ew lîstik li Moskovayê hatin pêşkêş kirin.
Bêrû ji hêla Dario Foyî ve hatiye nivîsandin. Dilawer Zeraqê ji bo kurdî wergerandiye û Nazmî Karaman derhêneriya wê kiriye. Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Sakîne Jîr û Cîhad Ekîncî di lîstikê de dilîzin. Lîstik du perde ye.
Teatra Jiyana Nû di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe dimeşîne. (FD)
* Me nûçe ji malpera diyarname.comê berhev kir
* Fotograf: rûpela şanoya bêrû ya facebookê