Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Sibatê diyar kir
Dema şanolîzan şanoya Tartuffe dilîst(Wêne: Murat Bayram/bianet)
Şanoya Bajêr a Amedê dê meha Sibatê 13 lîstikên tîyatroyê bide lîstin. Di bernameyê de lîstikeke zarokan, lîstikeke stand upê û 4 heb jî lîstikên tîyatroyê hene. Bername bi tevahî 13 lîstikan di xwe de dihewîne.
Dê bername 31ê çileyê bi lîstika "Tartuffe" ya ku nivîskarê wê Moliere ye dest pê bike û 23yê Sibatê bi lîstika "Qirix" a ku derhênerê wê Kemal Gökhan Gürses e bi dawî bibe.
Amadekarên bernameyê ev in: Şanoya Amedê a Bajêr, Yaşar Kemal Kültür Merkezi, ŞA Performans, Yeni Sahne û Kemal Gökhan Gürses.
Berfin Emektar, yek ji şanogera û endama Şanoya Bajêr a Amedê ye. Wê bianet/kurdî re diyar kir ku her meh bernameyên bi vî şiklî pêk tînin û lîstikên xwe dilîzin an jî lîstik û lîstikvanên cuda dikin mêhvan. Berfîn Emektarê got ku ew dixwazin şanohez bên temaşe bikin, xwedî li şanoya kurdî derbikevin. Û keyfxweşîya xwe ji niha ve ji bo şanohez û mêhvanan diyar kir.
(VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe li bajarê Mêrdînê nivîsîye.

Li Krakowê bernameya Sêva Mêxekrêj ji bo Rojavayê li dar ket
VAHDET UÇARÊ JI POLONYAYÊ NIVÎSÎYE
Li Polonyayê Şeva Piştgirîya Kurdan hat pêkanîn
AtolyeBIAyê "Atolyeya Rojnamegeriya Kurdî û Wergerandina Nûçeyan" pêk anî
“Rizgarkirina Hiş Ji Metîngerîyê" bi zimanê kurdî ye!