Şanoger, derhêner û nivîskar Kemal Orgûnî şanonameyek li ser dengbêj Evdalê Zeynikê nivîsandiye. Orgûn şanonameya ku bi navê "Bilbilê Ber Perê Rojê Evdalê Zeynikê" (Weşanxaneya İmgenin Çocukları) amade kiriye, weke pirtûk weşandiye.
Orgûnî jiyana Evdalê Zeynikê bi awayekî muzîkal honandiye. Di şanonameyê de jiyan û dengbêjiya Evdal li gorî forma şanoyê hatiye amadekirin.
Kemal Orgûn bi salan e li ser jiyan û dengbêjiya Evdalê Zeyniyê lêkolînan dike. Ji bo vê xebatê di sala 2004an de destpê kiriye û li Îdir, Bazîd, Wan, Mûş, Erzerom û li çendîn bajar û gundan geriyaye. Orgûnî di pêşgotina pirtûkê de dibêje "Ez bûm parsek û min dest bi parskirina jiyan û stranên wî kir."
Di dawiya geştê de Kemal Orgûn çûye Gundê Qanciyan bûye ku Evdalê Zeynikê berî konê xwe bar bike li wir bicih bûye. Piştî vê xebatê jî tiştên di tûrikê xwe de berhev kiriye, weke şanonameyekê weşandiye.
Me got şanoname bi şêweyê muzîkal hatiye amadekirin. Ev muzîkal ji 2 perdeyan û 9 dikan pêk hatiye. Di şanonameyê de ji roja ku Evdal ji dayik bûye heta roja wî ya dawiyê hin demên sereke yên jiyana wî hene.
Zaroktiya wî, têkiliyên wî yên bi der û dorê re, destpêkirina wî ya dengbêjiyê, naskirina wî û ya Zor Surmelî Mehmet Paşayî, leca wî ya bi Şêx Silê re, jiyana wî ya evîndariyê û herî dawî jî mirina wî di vê muzîkalê de heye. Her weha têkiliya di navbera eşîrên kurdan de û têkiliya van eşîran bi dewleta Osmaniyan re, bi jiyan û helwesta Zor Surmelî Mehmet Paşayî û çendîn axa û begên din nîşan daye.
Nivîskarî di şanonameyê de girîngî daye fikr û ramanên Evdalê Zeynikê ku nexwestiye bikeve bin nîrê axa û began.
Kemal Orgûnî di destpêka pirtûkê de nivîsiye bê ka çima ev li ser Evdalê Zeynikê lêkolîn kiriye û çima jiyana vî denbêjî bi şanoyê honandiye:
"Ji wan dengbêjên ku zimanê xwe weke pênûsê bikaranîne û li pey xwe nav, deng, reng û bandoreke mezin hiştine yê herî pêş Evdalê Zeynikê ye. Di dengê Evdal de evîn, şer, egîdî, azadî, êş, tenêtî, neçarî, zanistî û berxwedan heye. Loma jiyana Evdalê Zeynikê ne tenê ji jiyana wî pêk tê. Di heman demê de jiyana civakê ya salên 1800îjî dav de dihonîne. Her weha sed saliya rengê jiyana civakê di dengê Evdal de rûyê xwe nîaşanî me dide."
Dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê yê ku ji bo hemû dengbêjan weke stêrkeke geş e, bi saya vê şanonameyê careke din zindî bûye û dibe di demên pêş de li ser sahneyan jî zindîtir bibe.
Derbarê Kemal Orgûnî de
*Kemal Orgûn û Rûgeş Kirici / Provaya lîstika "Mirina Anarşîstekî" - 2005
Şanoger, derhêner û nivîskar e. Ji Çewlikê, ji navçeya Gêxiyê ye. Di sala 1991ê de weşta ku li Stenbolê xwendekarê zanîngehê bû, li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê dest bi xebatên şanoyê kiriye. Di sala 1992yê dema Teatra Jiyana Nû ava dibe, ew jî dibe yek ji avakarên wê. Heya sala 2009ê di bin banê NÇMyê de li TJNyê xebatên şanoyê dewam kiriye. Heya sala 1995ê tenê lîstikvanî kiriye û li ser hev di 20 lîstikan de lîstiye. Piştî sala 1995ê dest bi nivîsandina şanonameyan, derhênerî û perwerdeya şanoyê kiriye.
Ji sala 1999ê û vir ve li Edene, Stenbol, Nisêbîn, Amedê komên şanoyê ava kiriye, derhêneriya lîstikan kiriye, şanoger perwerde kirine, şanoname nivîsandine. Herî dawî di sala2014ê de Şano Nan Production ava kiriye û lîstika Nobedarê Deriyê Cenetê ji nû ve û lîstika Dizê Bi Tizbî derxistiye pêşberî şanohezan. (FD)