Şanogerên ŞanoWanê: Me xwest bi şanoya Gerok em xwe bigihîne zarokên li taxan jî
ŞanoWanê di 9ê Tebaxê de bernameya şanoya gerok da destpêkirin. Şanoya gerok bi hevkariya şaredariya Artemêtê, navçeya Wanê pêk tê. Her weha dê heta 7ê îlonê bidome.
Şanoya gerok a ji bo zarokên li taxên navçeya Artemêtê tê lîstin, bi lîstîka ‘Hirço û Mozmozik’ derkeve hemberî zarokên li taxê.
Ez vê hefteyê bûme mêvanê Şanowanê û bi wan re çûme taxa Silhedîn Eyûbî ya navçeya Artemêtê. Beriya lîstika Hirço û Mozmozikê şanoger Firat Atilgan û Nadya Setvat li ser şanoya gerok û kelecana zarokên li taxên bi bianetê re axivîn.
Firat Atilgan di axaftina xwe de bal kişand ser kelecana bi zarokên li taxê re û wiha got: “Em dizanin ku derfetên gelek zarokan nînin ku xwe bigîhînin eywanê şanoyê. Me jî go em şanoyê bibin ber lingê zarokan.”
Şanoger Nadya Setvat jî da zanîn ku di pêşerojê de ew dixwazin ku hê zêdetir xwe bigihêjînin zarokên li taxan û van bernameyên bi vî rengî zêdetir bikin.

(WT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Axtamar û kulîlkên biharê
29 Nîsan 2026
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
28 Nîsan 2026
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
27 Nîsan 2026
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
14 Nîsan 2026
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir
13 Nîsan 2026