Êlihiyan di roja eydê ya yekem de ji bo hilbijartina 14ê Gulanê li Parka Yilmaz Guneyî li hev kom bûn. Beriya ku kayim tayînî Şaredariya Êlihê bikin, li nava parkê avahiya Sînemaya Yilmaz Guneyî hebû. Piştî kayim hat, avahiya sînemayê hate xerakirin û navê parkê jî kirin Parka Ataturkî. Lê êlihî hîna jî ji vir re dibêjin Parka Yilmaz Guneyî.
Êlihiyan roja yekem a eydê li vir bi namzetên Partiya Çep a Kesk re pîroz kir.
Ma demarekî êlihiyan bi min re jî hebû û min jî xwe ji vê pîrozbahiyê nehişt. Vêce bi sedan kesan berê xwe dabûn lokala hilbijartina navendî ya Êlihê û bi tevlibûna parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Başak Demirtaşê coş zêdetir bû.
Rastiyeka berbiçav heye ku li her bûroyeke Partiya Çep coş û kelecana gel di atmosfera mitîngan de derbas dibe.
"Me dev ji mijara şanoyê qeriya û dest bi hilbijartinê kir"
Di nav wê qerebalix û xirecira eydê de, çavê min li şanogerên êlihî yên ji Nîsk Hunerê, Gulan Mizgîn û Bahoz Ozsunarî ket. Dema min herdu şanoger dîtin, min xwest xwe bigihînim wan û ji wan bipirsim bê ka weke şanogerên kurd çi hêvî û bendewariyên wan ji hilbijartinê hene. Vêce hema bi zorê min xwe gihand Gulanê û Bahozî.
“Lîstîkên kurdî hatin qedexekirin”
Pêşî ez û Gulanê em li ser rewşa xebatên wan ên şanoyê piçekî axivîn. Gulanê got, ji ber hilbijartina 14ê Gulanê wan jî xebatên xwe yên rêzefilma ‘Îşev’ û lîstikên heyî dane sekinandin û wiha domand axaftina xwe: “Yanî bi rastî dema mirov tenê li sala borî meyze dike, ji qedexeyên li ser şanoya kurdî, konserên hunermendên kurd yên hatin qedexekirin, desteserkirin û êrîşên li ser hunermendên kurd, hema her yek ji wan têra xwe mînakên vê hişmendiya desthilatdariya heyî nîşan dide. Her tiştên me qedexe kiribûn, me salon neditîn. Gelek caran dema salon nedidan me jî, me li ser medyaya dijîtal belav nedikir, me digo de ku çav li hev nekin de yên din jî salonan li me qedexe nekin. Yanî me pêvajoyeke wisa giran, zahmet û her bi her awayî bi astengiyan li pişt xwe hişt.”
Li ser pirsa min a “Çima şanogerên kurd bila piştgiriyê bidin YSPyê?” Gulanê wiha pêde çû: “Ji desthilatdariya heyî di warê çand û hunera kurdî de me tu xêr jê nedît. Wan hunera kurdî paşguh dikir, ligel wê niha jî min anî ziman, wan hunera kurdî qedexe kir. Ji ber axaftina zimanê kurdî gelek hunermend û lîstîkên me rastî êrîşên nîjadperest hatin. Lê YSP hem bi axaftinên xwe hem jî bi têkilî û serdanên xwe yên bi hunermendên kurd re, piştgiriya huner û hunermendan dike. Di warê huner û çandê de piştgiriya mafên kedkar û hilberîneran dike. Nirxên dîrokî, huner û berhemên çandî weke milkê hevpar ê mirovahiyê dibîne. Jixwe ji HDPyê heta YSPyê politîkayên partiyên kurd, her tim mafên kurd û hemû civakên qedîm diparêze. Ev yek jî ji bo pêşeroja şanoya kurdî xaleke bingehîn e. Em dizanin ku bi rêvebiriya bajarekî YSPê de wê gel şanoyê bêtir nas bike û jê hez bike. Belê wê nas bike hêj gelek kes hene ku qet şanoyeke kurdî temaşe nekirine.”
“Gel ji aramiyê û ji xweşiyê dûr ketiye”
Gulan Mizgînê der barê pêvajoya hilbijartinê de got, yek ji giringiya vê hilbijartinê ya herî bingehîn ew e ku vê pergala civak bê henase hiştiye, divê biguhere û ev tişt anî ziman: “Pergala desthilatdariyê hewceye di vê hilbijartinê de bê guhertin. Ji ber ku heta niha ji zimanê kurdî, heta şanoya wê û heta qada siyasî hema çi ket ber, bi astengiyan xwest pêşiyê lê bigre. Ji bo ku bêhna civakê vebe, çûyîna vê desthilatdariya heyî teqez divê. Gel ji aramiyê, ji xweşiyê ji her tiştî dûr ketiye. Pergaleke tirsê ava kirine û bi wî şeklî bi derûniya civakê dilîzin. Hêviya me ew e ku bi 14ê Gulanê re civak ji bin vê derûniya giran rabe û ev pergal bêguhertin.”
“Ne mimkûne partiyên din li hunera kurdî xwedî derkevin”
Piştî Gulanê me bi şanogerê ciwan Bahoz Ozsunar re soxbeta xwe domand. Bahoz pir kelecanî bû. Mirov digo qey ew bi xwe namzetê Êlihê ye. Di nav wê rûkeniya xwe de dest bi axaftina xwe kir. Wî behsa vekirina bûroyên Partiya Çep a Kesk ên li Êlihê û xwedî derketina gel a li van bûroyan kir: “Her çiqas ku hin nerazîbûnên min ên ji namzetan hebin, jî xwedî derketina li YSPyê xwedî derketina li zimanê kurdî, çanda kurdî, huner û hunermendên kurdî ye.”
Bahozî her wiha da zanîn ku di vê hilbijartinê de tenê YSP xîtabî şano, huner û çanda kurdî dike û ew li nirxên tevahiya civaka Rojhilata Navîn xwedî derdikeve: “Ji ber vê yekê jî encex bi partiya Çep re hunereke azad û çanda hemû gelan mimkûn e. Yên din jixwe bi dehan sala ye ku em dibînin ji bo kurdan, zimanê kurdî çand û hunera kurdî ji bo hemû civakan tu tişt nekirine. Kîjan tê ji yên din xerabtir dike. Bi rastî di van salên dawîn yên ku çûn hingî zext û zordarî li ser huner û wêjeya kurdî hebû, heke tu ji min bi pirsî heyra bila tiştekî nekin bes em naxwazin li ser van mijara astengîya bibînin û hew.”
“Dema li hesabê vê desthilatdariyê nedihat, ziman qedexe dikir”
Bahoz gotina xwe anî ser qedexeyên şanoya kurdî: “Heta niha jî dema ku li hesabê vê desthilatdariyê dihat digo, zimanê kurdî heye dema li hesabê wê nedihat jî jixwe zimanekî wek kurdî nîn bû. Ji bo vê yekê jî bangewaziya min ji gelê kurd, ji mamosteyên kurd, ji cotkar û karkerên kurd, ji ciwanên kurd heye ku ji bo çand û hunera kurdî azad be û ji bo pêşeroja kurdan, ji bo ziman û nasnameya kurdan em li rengên xwe, li Partiya Çep a Kesk xwedî derkevin.” (WT/FD)