Şanogerên ku hevpeymana wan a bi Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê re hatibû betalkirin, şanogeheka bi navê Şanogeha Bajarî ya Amedê ava kiribû. Şanogeran ji bo berfirehkirina mekan û karên xwe kampanyayeka piştgirîyê daye destpêkirin.
Şanogeran diyar kiriye ku wan Sibata 2017ê şanogeheka 82 kes dikarin lê li şanoyan temaşe bikin çêkiribû.
Ew dixwazin mekanekê 160 kesî amade bikin lê hevceyî piştgirîya maddî ne.
Ew kesên ku dixwazin piştgirîya kampanyayê bikin dikarin bi rêya vê lînkê piştgirîyê bikin.
Şanogeha Bajarî ya Amedê her Şemî-Yekşemê du şanoyan dilîze. Şanogehê sê festîvalên şanoyê organîze kirine.
(MB)