Fotograf: Şaneşin Performans / Twitter
“Rojek ji rojan, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Hebû tunebû... Li demekê nedîyar, bajarekî wenda hebû. Hinek mirov bi vî bajarî hesîyan. Hatin nanê wan xwarin, ava wan vexwarin... Piştî wê rojê xweşî li wan bû reşî. Ka kerem bikin em vê çîrokê li Şaneşînan temaşe bikin. Her kes vexwendîyê vê çîrokê ye. Rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran...”
Şaneşîn Performansa ku li Mêrdînê bi şanoyê re mijûl e, lîstika xwe ya nû bi van gotinan ragihandiye. Lîstik ji ber lîstika Roland Toporî hatiye girtin. Recep Îçen derhênerê lîstikê ye.
Îçenî tevî M. Xalit Ertoşî lihev aniye û şanoname amade kiriye. Abbas Bayhan, Erdal Açil, E. Pîroz Şêr, M. Xalit Ertoşî, Rênas Nas, Sakîne Salvaci, Serdar Zîv, Şêrko Janzem û Şirîn Saxlam lîstikvanên lîstikê ne.
“Penceşêr” wê 18ê Âdarê saet di 20.00ê de wê li salona Odeya Dermanfiroşan a Mêrdînê bê lîstin. Endamên Şaneşîn Performansê wê cara pêşiyê ji bo mexdûrên erdhejê derkevin ser dike.
Derbarê Şaneşîn Performansê de
Şaneşîn Performans di sala 2022yan de li Mêrdînê hatiye avakirin. Dersdarên kurdî û dildarên çand û hünere damêzrenêrên Şaneşîn Performansê ne. Lîstika wan a yekem “Bêcir” bû.
Kunye
Nivîskar: Roland TOPOR
Rejî: Recep ÎÇEN
Lêanîn û şanoname: M. Xalit Ertoşî/ Recep Îçen
Dramatûrg: Sîya Savaş
makyaj: Rênas Nas
Anîmasyon û Grafîk: Şoreş Demîrcan
Cil û Berg: Şêrko Janzêm
Dekor: Erdal Açıl
Teknîk: Ozgur Sînan Elîk
Şêwirmendê Hunerê: Yaşar Denîz
Afiş: Şoreş Demîrcan
Berpirsiyarê Sehnê: E. Pîroz Şêr
Lîstikvan: Abbas BAYHAN, Erdal AÇIL, E. Pîroz ŞÊR, M. Xalit ERTOŞÎ, Rênas NAS, Sakîne SALVACI, Serdar ZÎV, Şêrko JANZÊM, Şirîn SAXLAM
Bixwîne - "Ji ber li Mêrdînê dik tuneye, em ê berê xwe bizivirînin şaneşîn û hewşên Mêrdînê"
(FD)