Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performans dixwaze li Mêrdînê sahneyekê ava bike.
Şaneşîn Performans ku du sal in li Mêrdînê kar û barên şanoya kurdî dikin, ji bo sahneya xwe saz bike, dest bi kampanyayekê kir. Ji ber pirsgirêkên aboriyê, ekîbê bilêtên kombîne amade kirin û dixwazin şanohez van bilêtan bikirin da ku ew jî bikaribin sahneya xwe çêbikin.
Kesên ku bilêtên kombîne bikiran wê bikaribin salekê hemû lîstikên Şaneşîn Performansê temaşe bikin.
Şaneşên Performans amadekariyê dike ku di serdema nû da çar lîstikên nû bilîze.
Derbarê Şaneşîn Performansê de
Şaneşîn Performans di sala 2022yan de li Mêrdînê hatie avakirin. Dersdarên kurdî û dildarên çand û hünere damêzrenêrên Şaneşîn Performansê ne. Lîstika wan a yekem “Bêcir” bû. Paşê jî lîstika "Penceşêr" lîstin. (FD)