Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Swêd û Fînlandiyayê ji bo bibin endamê NATOyê bi fermî serlêdan kirine. Şandeyên herdu welatan sibê(25ê Gulanê) wê bi şandeya Tirkiyeyê re bicivin.
Wezareta Karên Derve ragihandiye ku şandeya Tirkiyeyê û yên Swêd û Fînlandiyayê wê di 25ê Gulanê de li Enqereyê li ser serlêdanên endametiya NATOyê yên her du welatan giftûgoyan bikin.
Her weha wezaretê aşkere kiriye ku serokatiya şandeya Tirkiyeyê wê Ibrahîm Kalin, Berdevkê Serokomariyê û Sedat Unal, Cîgirê Wezîrê Karên Derve bike.
Li gorî vê yekê, şandeya Swêd û Fînlandiyayê ya bi serokatiya Sekreterê Dewletê yê Ofîsa Serokwezîriya Swêdê Oscar Stenström û Misteşarê Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê Jûkka Salovaarayê di 25ê Gulana 2022an de roja Çarşemê li Enqereyê li ser mijara endamtiyê wê bi şandeya Tirkiyeyê re giftûgoyan bikin.
Biryarên li ser berfirehkirina Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) ku ji 30 endaman pêk tê, divê biyekdengiya endaman bê dayin.
(SD/AY)