Şandeyê Îmraliyê dê di 22ê Kanûna Pêşîn de bi Ozgur Ozel re bicive
Şandeya DEM Partiyê a Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê dê roja duşemê serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bike.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya Gel a Komarî (CHP) diviyabû di 16ê Kanûna Pêşîn de bicivyan lêbelê ji ber mirina şaredara Şehzadelera Manîsayê Gulşah Durbayê hatibû taloqkirin.
Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sacar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên dê 22ê Kanûna Pêşîn roja Duşemê di seat 12.00an de li navenda giştî ya CHPê bi Ozgur Ozel re hevdîtin bike.
Her weha Şandeya Îmraliyê dê roja Şemiya 20ê Kanûna Pêşîn di saet 14:00an de bi AKPê re bicive.
Şandeya Îmraliyê di çarçoveya hevdîtinên xwe de berê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re civiyabû.
(AB/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.