Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê bi Ocalan re bicive
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê saet di 12.00an de çû Îmraliyê.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê li Girtîgeha Îmraliyê serdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan bike.
Di şandeyê de Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol cih digirin.
Şande di saet 12:00ê de çû Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê û Ocalan herî dawî di 28ê Tebaxê de civiyan. Her weha Buldan û Sancar roja pêncşemê ya borî li Beştepeyê bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re civiyan.
(AB/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.