Şandeya Îmraliyê wê bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re bicive
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re bicivin.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro saet di 10.30’ê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.
Di hevdîtinê de dê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk her du alî agahiyan bi hev re parve bikin.
Piştî mirina Cîgirê Serokê Meclîsê yê berê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Prof. Dr. Mithat Sancar di Şanda Îmraliyê de cih digire.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Sırrı Sureyya Onder û Parêzer Ozgur Erol di Şanda Îmraliyê de wezîfe girtibûn. Şandeyê herî dawî di 21ê Nîsanê de bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.