Şandeya Îmraliyê ji bo bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicive dê îro biçe Girava Îmraliyê.
DEM Partiyê ragihand ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgûr Faîk Erol ji bo bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicive dê îro (16ê Sibatê) biçin Îmraliyê.
Her wiha di 16ê Sibatê de, komîsyona ku di Meclîsê de ji bo birêvebirina pêvajoya aştiyê hatiye damezrandin dê bi mijara nivîsandina rapora hevbeş û amadekirina rapora dawî bicive.
Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hefteya borî (11ê Sibatê) bi Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re civiyan. Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala û Rêveberê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalın jî di civînê de amade bûn.
(HA/AY)
