Şandeya Îmraliyê û Erdogan dê îro bicivin
Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê îro di saet 17.30an de bicivin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, dê îro bi Serokê Giştî ê AKPê û Serokkomar RecepTayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Şande dê saet di 17.30an de li Qesra Serokkomariyê (Beştepe) bi Erdogan re bicive.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, herî dawî di 7ê Tîrmeha 2025an de bi Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin.
Hevdîtin nêzî saetekê domiyabû. Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKPê Efkan Ala jî tev li hevdîtinê bûbûn.
Civîna Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan bi dawî bû
7 Tîrmeh 2025
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.