Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku belgeyên ku bi navê “Notên Hevdîtinê” hatine belavkirin ne rast in û armanca vê yekê porvokasyon e.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê diyar kir ku di rojên dawî de hin belgeyên li ser navê "notên hevdîtinê" ku wekî bi Ocalan re hatine kirin û li ser medyaya civakî tên belavkirin ne rast in.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê diyar kir ku naveroka notan hatiye guhertin û ne rast in û ji derve û bi taybetî bi lêkirina hinek gotinên derbarê hinek şexsiyetan nerînên Ocalan tên berovajîkirin.
Sosyal medyada dolaşıma sokulan ve Sayın Abdullah Öcalan’a atfedilen bazı “görüşme notları” gerçeği yansıtmamaktadır
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) August 4, 2025
DEM Parti İmralı Heyetinin açıklaması:https://t.co/pb5QzFa9ij pic.twitter.com/IDnX02rnzo
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Wek me di daxuyaniya xwe ya 14ê Tîrmeha 2025an de jî diyar kiribû, hinek notên hevdîtinê yên ku di rojên dawî de li ser medya civakî bi navê birêz Abdullah Ocalan hatine belavkirin rastiyê nîşan nadin.
Ev not, bêyî ku ti pêwendiyeke wan bi şêweyên wan ên resen re hebe, tên manîpulekirin, ji derve lêzêdekirin li naveroka wan tên kirin û bi taybetî bi lêkirina hinek gotinên derbarê hinek şexsiyetan, nerînên birêz Ocalan tên berovajîkirin. Em baş dizanin ku hewldanên bi vî rengî, parçeyek ji hewldaneke plankirî ne ku armanca wê hem zererdayîna birêz Ocalan, hem jî zererdayîna bingeha çareserî û diyalogê ye.
Em dixwazin careke din tekez bikin, divê bawerî bi ti belge, not an jî agahiyekê neyê anîn ku ne ji aliyê Heyeta Îmraliyê an jî malbat û parêzerên bi brêz Ocalan re hevdîtinê dikin ve hatibe dayîn û ne xwediyê zemîneke fermî be. Belavkirina naverokên bi vî rengî, wekî operasyoneke ji bo xapandina raya giştî ye. Tikaye li hemberî hewldanên bi vî rengî yên provokatîf hişyar bin.”
(AY)

