Şandeya DEM Partiyê wê sibe bi TÎPê re bicive
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya danûstandinên xwe yên bi partiyên siyasî re sibe wê bi Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) re bicive.
Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sacar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên, wê sibê li parlamentoyê saet di 16:00an de bi TÎPê re bicive.
Heyeta Îmraliyê beriya hevdîtina bi TÎPê re wê saet di 14:00ê de li parlamentoyê bi AKPê re bicive.
Hevdîtina bi Partiya Gel a Komarê re jî wê 22ê Kanûnê saet di 12:00 de li Navenda Giştî ya CHP'ê pêk were.
Şandeyê Îmraliyê dê di 22ê Kanûna Pêşîn de bi Ozgur Ozel re bicive
19 Kanûn 2025
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.