Şandeya DEM Partiyê dê vê hefteyê bi Ocalan re bicive
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê vê hefteyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk bîne.
Şandeya Îmraliyê ji Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Roja hevdîtinê diyar nîne lêbelê li medyayê de tê axavtin ku wê hevdîtin roja Çarşem ango Pêncşemê pêk were.
Cara ewil e ku dê şande di çarçoveya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Ji 5ê Tebaxê ve roja ku komîsyon ava bûye heta niha hevdîtin pêk nehatibû. Herî dawî di 25ê Tîrmehê de şande bi Ocalan re civîyabû û bi qasî 6 saetan berdewam kiribû.
Li gorî nûçeya MAyê Abdullah Ocalan têkildarî xebatên komîsyonê û pêvajoya çekberdanê dê peyamên girîng bide.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.