Şandeya DEM Partiyê dê di 28ê Tebaxê de bi Ocalan re bicive
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê ji Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Şande, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dê di roja Pêncşema 28ê Tebaxê de biçin Girava Îmraliyê.
Şandeya DEM Partiyê dê vê hefteyê bi Ocalan re bicive
25 Tebax 2025
Piştî avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara ewil e dê şande biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.
Ji 5ê Tebaxê ve roja ku komîsyon ava bûye heta niha hevdîtin pêk nehatibû. Herî dawî di 25ê Tîrmehê de şande bi Ocalan re civîyabû û bi qasî 6 saetan berdewam kiribû.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.