Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku dê hefteya pêş şandeyeke berfireh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê têkildarî mijarên ku duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de hatin nîqaş kirin, daxuyanî da.
Ayşegul Doganê destnîşan kir û got: “Hefteya pêş, şandeyeke ku hevserokên me yên giştî jî di nav de dê biçe serdana Îmraliyê. Em plansaziya vê dikin.”
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.