Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi rojeva çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî ji bo bi girtiyan re bicive çûn Gîrtîgeha Silîvriyê.
DEM Partiyê ji bo serdana Îmamoglû bike serî li Wezareta Dadê da
16 Hezîran 2025
Şande dê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalay û rojnameger Ercument Akdenîz, Halîl Aksoy, Nesîmî Aday û Ahmet Saymadî re hevdîtinê bike.
Her weha mijara hevdîtinan pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd e.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.