Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn “îdianameya ji bo girtina HDPyê hatiye amadekirin” qebûl kiriye, daxuyaniyek daye.
Di wan saetan de ku Dadgeha Destûrî biryara xwe aşkere kir, Desteya Rêveberiyê ya Navendî ya HDPyê li Navenda Giştî ya partiyê di civînê de bû. Mîthat Sancarî tevlî Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî HDPyê û endamên din ên desteyê di navberê de civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Sancarî gotiye ku ti qiymeteke hiqûqî ya îdianameyê nîne û wiha axiviye: “Fersendeke dîrokî hatibû ber Dadgeha Destûra Bingehîn lê encameke baş ji vê dernexistiye û ev jî ji bo Tirkiyeyê bêsiûdiyeke mezin e.”
Sancarî diyar kiriye ku fersend hebû Dadgeha Destûra Bingehîn ji kokê de vê îdianameyê red bike û wiha dewam kiriye: “Ji bo vî tiştî bike têra xwe sedemên hiqûqî û wicdanî hebûn. Doza girtinê di encama wê kampanyeya siyasî de vebû ku mehan domand.”
Sancarî wiha dirêjî daye axavtina xwe:
“MHP û desthilatê HDP kir hedef”
“MHP, hevkarê biçûk ê desthilatê di serî de hemû desthilat û hevalbendên wê bi mehan HDP kir hedef. Di platformên cida de bi daxwiyaniyên xwe HDP weke dijmin nîşan dan, gef lê xwarin û daxwazeke bi vî rengî ji Dadgeha Destûrî kirin. Ev daxwaz di serî de li Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind kirin. Kurt û kurmancî ev kampanyeya siyasî, ev kampanyeya gefxwarinê û şantajan, plana nepen a sedema Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îdianameyê amade bike.
“Ew kesên ku zanîna wan a bingehîn a hiqûqî heye bixwe jî dikarin bibînin ku ti qiymetê hiqûqî yê vê îdîanemeya li gorî vê plana nepen hatiye amadekirin, nîne. Hemû kesî bi çavên xwe dîtin ku ev operasyoneke siyasî ye. Me bi hev re dît ku bê ka îdianameya yekem metneke çiqas pûç û vala û çop bûye. Dadgeha Destûr bi şûn de şandina îdianameya yekem re karekî durist kiribû. Niha hîna ti tiştek di vî warî de netahiye guhertin, operasyonên gefxwarin û şantajan dewam dikin, bi se de êrîşeke hovane birine ser rêxistina me ya Îzmîrê lê Dadgeha Destûra Bingehîn îdianame qebûl kiriye, ne mimkun e ev bi hiqûqê were aşkerekirin.
“Desthilat dozgerê dozê ye”
“Lê em dixwazin wê bendewariya xwe biparêzin ku wê Dadgeha Destûra Bingehîn vî guhenî ji holê rake û helwestekê ji bo vê nîşan bide. Bê şik û guman dozgerê vê dozê ne Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind e. Li Navenda Giştî ya MHPyê ev îdianame amade bûye, beşên hiqûqê yên Qesrê biencam kiriye û şandiye ji Serdozgeriya Komarî ya Dadgeah Bilind re. Ji ber pêvajo ewqas zelal e divê herkes bibine ku dozgerê dozê desthilat bixwe ye.
“Hiqûqnasên me, em ê di vê dozê de parastineke herî xurt bikin lê parêzerê/a rastîn ê/a dozê gel e, di serî de gelê kurd e. Ew gelê kurd ê ku di her qadê de êrîşî îradeya wê dikin, biryardariya parastina îradeya xwe di her fersendê û her şert û mercî de nîşan daye. Bi tenê ne gelê kurd e parêzerê/a dozê. Hedefa dozê di serî de gelê kurd û îradeya wê ye û di heman demê de têkoşîna hevbeş a gelan a di HDPyê de zelal dibe. (HA/NÖ/FD)