Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) tevlî bernameya Teke Tek ya Fatîh Altayli ya li Habertürkê bûye û pêşkevtinên dawî nirxandiye.
Prof. Dr. Mîthat Sancar berbijêriya Kemal Kiliçdaroglûyî pîroz kiriye û gotiye, “Em li bendê ne ku serdana me bike. Me berê jî prensîba xwe eşkere kiribû û gotibû, 'Eger mûxalefet bikaribe berbijêrek hevpar destnîşan bike, eger di encama hevdîtinên rasterast ên bi wî berbijêrî re lihevkirinek pêk were em dê piştgiriyê bidin wî berbijêrî.' Eger na, bijarde diyar e, em dê berbijêrê/a xwe destnîşan bikin, lewma em dibêjin berbijêriya birêz Kiliçdaroglu dê baş be û em li bendê ne ku li navenda partiya me bi wî re li ser wan biaxivin.”
Ozgur Ozel, Cîgirê Serokê Koma Partiya Gel a Komarî(CHP) li ser pirsa ku têkildarî axavtina Sancar a li Haberturkê weha gotiye:
"Namzedê serokomariyê dikare serdana hemû partiyên siyasî bike. Berpirse ku serdana hemû partiyên siyasî bike, bi wan re bicive û diyar bike ku dê Tirkiye çawa birêve bibe. Ji ber ku nabe di navbera dengdêran û partiyên siyasî de cûdakarî were kirin. Di demên berê de me gelek mînakên vê yekê nîşandan. Dibe ku Kiliçdaroğlû serdana HDPê bike.”
"Tiştekî asayiye ku namzedek serokomariyê, serdana her partiyeke siyasî bike û ji wan re behsa bername û çalakiyên xwe bike. Serdan mimkûn e.”
(ME/AY)