Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axivîye û bal kişandiye ser operasyonên li dijî HDPê, salvegera 8emîn a damezrandina HDPê û polîtîkayên pêşerojê yên partiya xwe.
Sancarî di destpêkê de qûrbaniyên Komkujiya 10ê Çiriya Pêşiyê yê li Gara Enqereyê bi bîr anîye û gotiye: “Me ew hovîtî ji bîr nekiriye. Me tiştên di wê serdemê de qewimîn û berpirsiyar jî ji bîr nekiriye. Em ê 103 canên xwe qet nedin jibîrkirin.”
Meşa me pîroz be
Sancarî bi bîr xistiye ku 15ê Çiriya Pêşiyê salvegera damezrandina HDPê ye û wiha gotiye: “Bi piştevaniya gelan HDP hat damezrandin. Ji bo demokrasî û aştiya gelan hat avakirin. Li ser kedek mezin hatiye avakirin û ev xwedî li wê mîrateyê derdikevin. Ji wê rojê heta îro 8 sal derbas bûn. HDP bi saya milyonan welatî hatiye heta îro. Hevalno salvegera damezrandina partiya me pîroz be. Pîroz be meşa me ya pîroz.”
Herî zede desthilat bi hêza HDPê dizane
Sancarî anîye ziman ku wan di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2019an de sîleyek din li îqtîdarê dane û weha gotiye: “Em ê her sîleyan li vê îqtîdarê bidin û wan têk bibin. Çimkî HDP siberojê, demokrasî, edalet, aştî û wekheviyê temsîl dike. Sedên salan e her cûre rêbaz û rê bikar anîn û xwestin tune bikin lê bi ser neketin. Lê em nasekinin, natirsin, bêzar nabin û li ber xwe didin û meşa me ya serbilind didome. Hêza ku faşîzmê bisekînine tenê HDP ye. HDP di dilê milyonan de ye.”
Werin em mil bidin mile hev
Sancar banga têkoşîna hevpar û bi hev re kiriye û got:iye “Em dibêjin werin mil bidin milê me û em bibin yek. Em dikarin bi hêza hevpar her cûre operasyon û êrişan rawestînin. Banga me banga mezinkirina têkoşîna hevpar e. Dûr sekina ji Kurdan li karê desthilatê tê”
Desthilatî derewa dike
Sancar destnîşan kiriye ku îqtîdar bi derewan welat birêve dibe û her ku diçe xelkê dixapînin û bi derewan dixwazin birêve bibin. Sancar got li gel van derewên wan jî her tişt li Tirkiyê di nava krîzê de ye û tiştek ku îqtîdar bide xelkê nemaye û tenê ew di şer û cihêkariyê de sirar dikin.
Desthilatî tawanbare
Sancarî bal kişandiye ser “Lêpirsîna Kobanê” û wiha pêde çûye: “Ji vê lêpirsînê gelek hevalên me girtin. Em vê dibêjin; Ji serî heta binî derew e. Çima ewqas derewan dikin. Çimkî ev îqtîdar di wan bûyeran de sûcdar e. Îqtîdar ji ber polîtîkayên xwe yên dema DAIŞê êrişî Kobanê dikir sûcdar e. Li Kobanê gelan li dijî barbarên DAIŞê şer dikirin. AKPê jî sînor girtibûn û bêdeng mabû, ji ber vê yekê sûcar e. AKP ji provokasyonên derxist sûcdar e. Îqtîdar ji hemû bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê berpirsiyar e.”
HDP li dijî şewitandina daristanan ne
Sancarî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kiriye û gotiye, “HDP şewatan û talankirina xwezayê red dike”(EMK/AY)